Cezayê Demetê ket lê ‘mudafaya rewa’ nehat dîtin
09:07
Sarya Gozuoglu / JINHA
AMED – Ji bo Demeta ku li dijî mêrê ku êrîşê wê kir parastina cewherî kir, daxistina rewşa baş û tahrîka giran pêk hat û pêvajoya di girtîgehê de bimîne daket 16 mehî. Parêzerê Demetê Cîhan Ulsen her çiqas ji biryarê razî be jî dozger gotinên Demetê esas negirt û got ew ‘parastina cewherî’ nabîne.
Y. ya 19 salî ku li navçeya Gêla Amedê li gund dijiya, kesê bi navê Zekî Ç wek ezeb nas kir û piştre hîn kir ku zewicandiye. Demet Y. xwest dest jê bedre lê bi tecawiz û mirinê hat tehdîdkirin. Demet bi şantajê ji bo hevdîtinê zor lê hat kirin. Demetê kesên xwest tecawizê wê bike kêr kir û xwe jê xilas kir. Lê Zekî Ç. li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da. Demata ku xwe bi parastina cewherî parat, tevî delîlên rapora tipa Edlî, dozger di îdianameya xwe de îdia kir ku ‘ji ber têkiliya wan ji berê de heye hewldana tecawizê tine’. Demet heman rojê bi îdiaya ‘ji qestî kes kuştinê’ hat girtin. Demetê di du runiştanan de ‘ji qestî kes kuştinê’ parastina xwe kir û heyeta dadgehê di runiştina sêyemîn de di çarçoveya ‘parastina cewherî’ û ‘ji qestî kes birîndarkirinê’ parastina zêde xwest. Doz di 12’ê Gulanê de li 3’emîn Dadgeha Cezaya Giran a Amedê hat dîtin û dadgehê destpêkê ji sûcên ‘Ji qestî kes birîndarkirinê kuştin’ 12 sal ceza da, lê biryar da ku Demetê di bin tahrîka giran de Zekî Ç kuştiye 5 sal ceza da. Li gorî hiqûqa înfaza cezayê 5 salan 40 mehe. Demet ev 11 mehe girtiye û du mehên din jî dikeve serbestiya kontrolê û ji ber van sedeman wê 16 meh şûnde bê tahliyekirin.
‘Dozger gotinên Demetê li ber çavan negirt’
Parêzerê Demetê Cîhan Ulsen diyar kir ku dozgerê lêpirsînê gotinên Demetê li ber çavan negirt û îdianame amade kir û got: “Zêdetir beyanên hevalên maktul yên li cihê bûyerê bûn li ber çavan girtibûn. Şahidên hemû aliyên bûyerê vedigot, mudaxaleya fîîlî ya Demetê nedigotin. Wê demê jî raporên tenduristiyê vala derdikevin. Ji ber rapor dibêjin hem di bedena maktul û hem jî di ya Demetê de şopa derban heye.”
Cîhan di berdewamiya axaftina xwe de hemû gotinên Demetê bi delîlan re wek hev bû û ji ber vê jî Dadgeh ji gotinên Demetê nekarî bireve. Cîhan got Dadgehê tehdîdên maktul li ber çavan girtin.
‘Me tenê li ser parastina cewherî parastin kir’
Cîhan destnîşanki r ku Dadgeha Bilind bi taybet di dozên jinan de îfadeyên jinan li ber çavan nagire û bûyerê giştî dinirxînin. Cîhan wiha berdewam kir: “Me jî got ger li vir êrîş hebe çima em parastina cewherî nekin. Dadgeh jî kêm be jî beşdarî me bû. Bi sûcê ‘kuştina kes’ nêzî me nebû.”
Cîhan da zanîn ku runiştin bi qasî ku dipan jî baştir derbas bûye û got piştî tahliyeyê biryara ku herî baş hatiye dayinê ye. Cîhan da zanîn ku di dosyaya Demetê de daxistinên ‘tahrîk’, ‘tahrîka giran’,’ rewşa baş’ pêk hatine.
Cîhan got Demetê li ber girtîgehê ji hevalên xwe yên girtî re çay xwestiye û got gotina dawî ya Demetê ya li Dadgehê ev bû ‘Dayika min ji bo kes tecawizê min bike, ez neanîme dinê’.
(hu)