Zarokên girtî îskence û sirgun dikin!

12:20

JINHA

EDENE - Li Girtîgeha Tîpe E ya Kurkçulerê ya Edeneyê, di 19'ê gulanê de hevdîtina vekirî pêk hat, zarokê girtî yê bi navê Y.D. piştî silav da zarokekî girtî yê xizmê xwe, li ser vê di navbera zarokên girtî û peywîrdarên înfazê de nîqaş derket, li ser vê ji 40'î zêdetir zarok destpêkê avêtin hucreyê, hatin derbkirin, piştre ew sirgûnî girtîgehên cuda hatin kirin.

Gitgîgeha Tîpa E ya Kurkçulerê ya Edeneyê, gelek caran bi pêkûtî û zextên li hemberî girtiyan hate rojevê. Herî dawî 40 zarok destpêkê bi lêdanê avêtin hucreyê, piştre ew sirgûnî gelek girtîgehan hatin kirin. Di hevdîtina 19'ê gulanê ya vekirî de zarokê girtî yê bi navê Y.D. dema silav da kurê xwişka xwe yê girtî, li ser vê tundiya li hemberî zarokên girtî heta derbkirinê çû û veguherî îşkenceyê, piştre hatin sirgûnkirin. Piştî zextên li hemberî zarokan, Komîsyona Hikûqê ya Şaxa ÎHD'a Edeneyê çû girtîgehê û der barê rewşê de lêkolîn pêk anîn.

'Binpêkirina mafan didome'

Hevserokê Şaxa ÎHD'ê ya Edeneyê Prz. Îlhan Ongor diyar kir ku pinpêkirinên mafan ên li Girtîgeha Tîpa E ya Kurkçulerê demek dirêj e berdewam dike, da zanîn wan der barê binpêkirinên mafan de 2 rapor amedekirine, ew dê raporan ji raya giştî re parve bikin. Îlhan aşkera kir ku piştî raporê der barê gardiyanan de lêpirsîn hatiye destpêkirin û wiha hat gotin: "Her çendî der barê gardiyanan de lêpirsîn hatiye destpêkirin jî zext û tundiya li ser zarokan berdewam dike. Herî dawî 19'ê gulanê di dema hevdîtinên vekirî de, zarokê bi navê Y.D. dema bi malbata xwe re hevdîtin pêk tîne, ji ber nîqaşa di navbera wî û gardiyan de, peywîrdarên înfazê li hemberî zarokên girtî şidetê bi kar tînin."

'Wê şevê hemû zarok hatine derbkirin'

Îlhan bi lêv kir ku zarokên girtî yên ku bertek nîşanî êrîşa gardiyanan didin, ew jî bi êrîşên gardiyanan re rû bi rû dimînin û wiha pêde çû: "Zarokên di koxûşa B21 a girtîgehê de dimînin, bi giştî avêtine hucreya bê nivîn û banê wê nimiz. Tevahiya zarokan bi şev hatine derbkirin. Parêzerê Komîsyona Şaxa me xwestin bi midûrê 1'emîn ê girtîgehê re hevdîtinê bikin. Lê midûr hevdîtin red kir."

Divê raya giştî serwext be

Îlhan aşkera kir ku piştî cezayê hucreyê û derbkirinê, di 21'ê gulanê saet di 04.00'an de 40 zarok sirgûnî girtîgehên wekî Konya, Xarpêt, Mereş û girtîgehên cuda hatine kirin. Îlhan bi lêv kir ku zarokên hatin sirgûnkirin, bi tevahî malbatên wan li Edeneyê dijîn û vê rewşê bandoreke neyînî li ser malbat û zarokan kiriye. Îlhan herî dawî destnîşan kir ku zarok divê li gorî qanûnên taybet bên parastin û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Vê rewşê bandoreke neyînî li ser derûniya zarokan kiriye, divê raya giştî li hemberî vê yekî serwext tevbigere. Me xwest em der barê buyerê de bi rayedarên girtîgehê re hevdîtinê bikin, lê bi hincetên wekî li girtîgehê rayedar kes tune, hevdîtin hat redkirin."

(zt)