Ji bo dosya Dilan Kortak biriyara neşopandinê!

11:02

JINHA

STENBOL - Serdozgeriya Komarê ya Anadoluyê ji bo dosya Dilan Kortak a ku ji aliyê polîsan ve li Stenbolê hatî qetilkirin biriyara neşopandinê da. Girêdayî biriyara neşopandinê parêzerên OHD'ê îtiraz kirin.

Di 4'ê kanuna sala 2015'an de polîsan li Stenbolê ser malan de girtin û di serdegirtina malan de Dilan Kortak qetilkirin. Piştî qetilkirinê jî ji bo dosyayê biriyara neşopandinê dan. Telebên parêzerên malbatê, endamên malbatê û polîsên di operasonê de cîh girtîn îfade bidin hate redkirin.

Serdozgeriya Komarê ya Anadoluyê girêdayî mijarê lêpirsînek baş neda despêkirin û di derbarê dozê de biriyara neşopandinê da. Piştî biriyarê parêzerên malbatê û parêzerên OHD'ê nerazîbûn nîşandan.

(zt)