Runiştina doza Dayê Sîsê di 23'ê yê Hezîranê dene

12:32

JINHA

MÛŞ - Pîra 77 salî ya bi navê Sîsê Bîngol a bi îdiaya "Endama rêxisinê ye" û "Alîkariya rêxisitnê kiriye" hatibû girtin, dê doza wê di 23'yê hezîranê de bê dîtin.

Di 6'ê nîsanê roja çarşemê hêzên artêşa tirk a dagirker di ser gundê Badan a navçeya Gimgimê ya Mûşê de girtin û pîra 77 salî Sîsê Bîngol hat binçavkirin, dê rûniştina doza pîra kurd di 23'yê hezîranê li Dadgeha Cezayê Giran a Mûşê bê dîtin. Pîra Sîsê ev du meh e di girtîgehê de ye, dê bi îdiaya "Endama rêxisinê ye" û "Alîkariya rêxisitnê kiriye" bê darizandin. Hat ragihandin pîra Sîsê ji ber pirsgirêkên tenduristiyê berî hefteyekî rakirine nexweşxaneyê, serlêdana ji bo itirazê ya ji hêla parêzeran ve jî hat redkirin.

(zt)