‘Ji bo kujerê Jescayê daxistina ‘poşmaniyê’

14:46

JINHA

STENBOL- Di doza penabera Ugandayî Jesca Nankabîrwa de heyeta dadgehê cezayê muebetê da. Lê piştî ku sûcdar got ez poşmanim, ceza daxistin 25 salan.

Li Fatîh a Stenbolê di 2014’an de penabera Ugandayî Jesca Nankabîrwa ji pacê de hat avêtin û qetilkirin. Doza têkildarî bûyerê de li 13’emîn Dadgeha Cezaya Giran a Stenbolê ya li Çaglayê hat dîtin.Jinên Sînornenas, Weqfa Piştevaniya Jinê (KADAV) û hevalên Jescayê tevlî runiştinê bûn. Li aliyê din jî wekîla Serokatiya Polîtîkayên Malbatî û Civakî Bahar Gok Ozkut ku mudaxîlê runiştibû bibû, tevlî runtiştinê nebû.

Ji bo poşmaniyê ceza daxistin

Runiştin bi daxwazên parêzerê sûcdar E.D, Mehmet Şenturk ku berê jî anîbû ziman, dest pê kir û parastin kir. Piştî parastina parêzer temam bû heyeta dadgehê navber da runiştinê. Piştî navberê heyetê biryara xwe aşkera kir û got sûcê gumanbar E.D sabîte û cezayê muebetê dayê. Heyeta dadgehê poşmaniya gumanbar û ji ber sabiqeya wî tinebû li ber çavan girt û li gorî Xala TCK 62/1. Ji rêjeya 1/6 cezayê wî daxist 25 salî.

Xizmên gumanbar ji bo êrîşê jinan bikin sekinin

Piştî biryarê hevalên Jescayê parêzer hembêz kirin û spasiyên xwe kirin. Xizmên gumanbar E.D bertek nîşanê biryarê dan. Parêzerên Jescayê û hevalên wê demek dirêj ji ber salona veneqetiyan. Piştî peywirdarên ewlehiyê malbat ji edliyeyê derxist şûnde heval û parêzerên Jescayê ji wir hatin derxistin.

(hu)