Rûniştina dest pêk a rojnamevan Narîn Çapan sibê ye

10:00

Sarya Gozuoglu/JINHA

AMED - Rojnamevan û wergervan Narîn Çapan a ku li Ferqînê bi îddîayê "endama rêxistinê ye" û "propaganda rêxistinê kiriye" hat girtin û tê darizandin, rûniştina dest pêk sibê dê were dîtin.

Rojnamevan û wergervan Narîn Çapan, bi armanca şopandina xebatê qadên xwerêveberiyê ji Îtalya yê tevî heyetek hatibû navçeya Ferqîna Amedê. Narîna ku di 31'ê Adarê de tevî heyetê hatibû binçav kirin, di 2'ê Nîsanê de piştî îfadeyê Narînê ji aliyê Dadgerê Ceza Sulh yê Ferqînê ve hatî girtin, Narîn hat girtin. Narîna ku şandine Girtîgeha Tîpa E yê Amedê, di çerçoveyê lêpirsînê de doznameya ku hatî amedekirine de, ji ber parvekirinên civakî û pêvajoya berxwedana Kobanê ku nûçegihantiya Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê kiribû, nûçeyên ku çêkirine wek sûc hatî nîşandan.

Qetilkirina sivîlan wek 'bi maf' het dîtin

Ji ber Narînê li ser hesabên civakî komkujiyên ku li qadên xwerêveberiyê pêk hatine parvekir wek sûç hatî hesibandin. Hat îddîa kirin ku Narînê "bi nasnameyê rojnamegeriyê xizmetê rêxistinê kiriye." Her wiha wêneyên ku Narînê li Kobanê û Ferqînê kêşaye jî weke sûç hat hesibandin û bi îddîayê "endama rêxistinê ye" û "propagandayê rêxistinê kiriye" dexwazê darizandinê wê hat kirin.

Rûniştina dest pêk yê Narînê wê di 26'ê Gulanê de li 4.Dadgeha Cezayê Giran yê Adliya Amedê bê dîtin.

(rc)