KHM: Divê ji bo hezar û 144 girtiyên nexweş demildest pêngav bê avêtin
14:18
JINHA
AMED – Hevseroka Şaxa KHM’ê ya Amedê Zeynep Işik diyar kir ku li girtîgehan 162 jê giran hezar 144 girtiyên nexweş hene û got: “KHM di gelek biryarên xwe de kesekî nexweş ku di şert û mercên ne tibî û fîzîkî yên ne baş de tê girtin, di çarçoveya pêkanîna qedexede dinirxîne.”
Şaxa Komeleya Hiqûqnasên Mezopotamyayê (KHM) têkildarî girtiyên nexweş de li avahiya komeleyê daxuyaniyek da. Hevseroka komeleyê Zeynep Işik got binpêkirinên mafan li girtîgehan didome û got: “Ev pêkanîn hinek ji mewzuata heyî û hine jî ji ber helwesta îdareya girtî pêk tên. Yên herî zêde rastî newekheviyê tên jî girtiyên siyasî ne. Polîtîkayên cîdî yên tecrîdkirin û îzolekirinê tên meşandin û ev jî bi xwe re surgunan tîne. Hem girtî û hem jî malbat tên mexdurkirin.”
‘Li girtiyên nexweş tecrîd tê kirin’
Zeynebê got fîrara girtîgeha Tîpa D ya Amedê dikin hincet û li hemberî girtiyan îşkence û pêkanînên dijmirovane pêk tên. Zeynebê wiha got: “Li dijî mirinên girtiyên nexweş wek temaşevan dimînin. Tevî ku raporê wa yên nekarin di girtîgehê de bimînin jî di girtîgehan de tên girtin. Her wiha li girtiyên nexweş tecrîd tê kirin. Mînak herî girîng jî Ergîn Ertaş yê her du destê wî tine ye. Ergîn di hucreyê de tê girtin û nameyên wî tên desteserkirin.
‘Saetekê û tena serî wî derdixin hewadankê’
Zeynebê bi lêv kir ku girtiyekî din Ersan Nazlier tevî ku nexweşe û destekî wî tine jî surgunê Girtîgeha Tîpa F ya Hejmar 9 a Sîlîvriyê hatiye kirin û kirine hucreyê. Zeynebê got: “Di rapora Lijneya Tenduristiyê de tê gotin ku Ersan Nazlier bi tena serê xwe nekare hewcedariyên xwe bike. Tevî vê polîtîkaya tecrîdê tê meşandin. Girtiyê nexweş rojê tenê saetekê dedixin derve û nahêlin bi girtiyên din re bê cem hev.”
‘Ev pêkanîn li dij hiqûqê ye’
Zeynebê got pêkanînên mijara gotinê ne li dij hiqûqa neteweyî û navneteweyî ye û got divê girtiyên nexweş bê tahliyekirin û têkildarî peywirdarên ku dermankirina girtiyan nekirine de kar û barên qanûnî bên kirin.
(hu)