Narîn Çapan hat berdan
15:39
JINHA
AMED –Xebatkara Navenda Jinan a Meya ku girêdayê Şaredariya Farqînê ye, Narîn Çapan ji ber wêneyên di telefona wê de û parvekirinên wê yên çapemeniya civakî ‘ bi îdiaya ku ‘endamatiya rêxistinê’ û ‘propagandaya rêxistinê’ kiriye doz lê hatibû vekirin û Çapan di runiştina yekemîn de hat tahliyekirin.
Li navçeya Farqîn a Amedê di 28’ê cotmeha 2015’an de xebatkara Navenda Jinan a Meya a Farqînê Narîn Çapan bi du rojnamegerên îtalyanî re hat binçavkirin û piştre telefona wê hat desteserkirin. Narîn Çapan di 31’ê Adara 2016’an de ji bo îfadeyê biçe çû midûriyeta polîsan û hat girtin. Wêneyên telefona wê û parvekirinên wê yên çapemeniya civakî wek ‘endamtiya rêxistinê’ û ‘propaganadaya rêxistinê’ hat dîtin û doz hat vekirin. Yekemîn runiştin li 4’emîn Dadgeha Cezaya Giran a Amedê hat dîtin. Narîn Çapan û parêzer Mehmet Emîn Aktaş beşdar bû. Tespîta nasnameyê hat kirin û Narînê îfade da û got: “Wêneyên telefona min, min li Kobanê kişandibû. Wê demê ez di Ajansa Nûçeyan Firatê de dixebitîm. Ji bo şopandina nûçeyan çibûm Kobanê. Min ji bo bîranînê wêne kişand.”
Parêzer Mehmet Emîn Aktar jî parastin kir û daxwaz kir ku muvekîla wê faliyetên rojnamegeriyê kiriye û got divê bê berdan.
Heyeta dadgehê biryara berdana Narînê kir û runiştin daloqî 4’ê cotmehê kir.
(hu)