Ji Hevgerînendeya Giştî ya Ozgur Gundemê û Midûra Karê Nivîsê re ceza!

16:27

JINHA

STENBOL - Li Hevgerînendeya Giştî ya Ozgur Gundemê Eren Keskîn û Midûra Karê Nivîsan a berê Reyhan Çapan de ji ber nivîs û nûçeyên di rojnameyê de hatin weşandin bi îdiaya "propagandaya rêxistinê kirine" ji bo her yekî 3 sal û 9 meh ceza hate birîn.

Yek ji dozên ku der barê Ozgur Gundemê hatin de piştî ku AKP'ê polîtîkaya şer xiste dewreyê û ji tîrmeha 2015'an li her hejmarê rojnameyê lêpirsîn tê vekirin, hate dîtin. Doza Hevgerînendeya Giştî ya Ozgur Gundemê Eren Keskîn û Midûra Karê Nivîsan a berê Reyhan Çapan de ji ber nivîs û nûçeyên di rojnameyê de hatin weşandin li 13'emîn Dadgeha Cezaya Giran a Stenbolê hate dîtin. Heyeta dadgehê ku biryara xwe aşkera kir ji bo her yek ji wan 3 sal û 9 meh ceza birî.

Parêzerê rojnameyê Ozcan Kiliç diyar kir ku cezaya ku li Reyhan û Eren hatiye birîn temamî ji ber xebatê rojnamegeriyê ye û ew ê îtirazî biryara dadgehê bikin.

(zt)