Ji bo Sevim û zarokên wê jin 'dadê' dixwazin

10:59

Ozgu Ozutok/JINHA

İZMİR - Sevim Silik a HDP yî ku bi îdiaya ser mediyaya civakî wêneyên Haci Lokman Birlik parkiriye ji 'propagandaya êrxistinê' hat girtin li gel zaroka wê ya 4 salî birin Girtîgeha Jinan a Şakranê. Hevalên Sevim diyar kirin ku ew ji rewşa zarokên wê ya derunî gelek bandor dibin û dixwazin demek ji ya dinê zutur Sevim serbest bê berdan.

Di çarçoveya operasonên qirkirina siyasî de 18'ê adarê rêvebera HDP'ê ya navçeya Bayrakliyê Sevim Silik li gel keça wê ya 4 salî girtin û şandin girtîgehê. Sevim ji ber wêneyên Haci Lokman Birlik ê ku li Şirnexê ji aliyê hêzên taybet ve hatî qetilkirin ser Facebooka xwe par kiriye bi îdiaya "endama rêxistinê ye" hat girtin. Sevim ji 18'ê adarê heya niha li Girtîgeha Jinan a Şakranê tê girktin. Hevalên Sevim Melisa Aydin û Arzu Demir pêvajoya zor a Sevim û malbata xwe jiyan kirî vegotin.

'Yên li hember komkujiyê dengê xwe derdixin tên darezandin'

Melisa Aydin cenazeyê Haci Lokman Birlik li peyî wesayîta zirxî kaşkirin weke mirina dadê binav kir û wiha domand: "Ji ber hevala me Sevim bi awayek wijdanî ew wêne ser mediyaya civakî par kiriye niha di girtîgehê dene. Sedema bingehîn ku Sevim di girtîgehê dene, ji ber jinek polîtîk û HDP yi ye. Em li derdora xwe jinek AKP yan CHP yî nabînin ku ji ber parkirinên xwe yên ser mediyaya civakî hatibin girtin. Hewildidin parkirinên Sevim weke endambûna rêxistinê nîşan bidin. Ji xwe dema ku cenazê Haci Lokman Birlik li peyî panzerê kaş kirin dad miriye. Jinên li hemberî van rewşan serî radikin tên darezandin, lê yên vê dikin nayên darezandin. Divê dozger û polîs bên darezandin, di vê rewşê de baweriya me bi dadê nîne. Rewşa ser Sevim disepînin hem ser nasnama jinbûnê û hem jî ser sekna wê ya siyasî kirine."

'Em ê jinên berxwedêr serkevin'

Melisa destnîşan kir ku rewşa Sevim malbata wê jî hejand, du zarokên wê jî hene û wiha berdewam kir: "Keça wê ya 4 salî li gel wê dimîne, ev rewş di aliyê derunî de zarokên wê gelek bandor dike. Ev rewş bû sedema hejandina keça wê ya 12 salî jî. Di kesayeta Sevim de gelek jin vê mexduriyetê dijî. Em ê jinên berxwedêr li hemberî van rewşan bibin dengê hemû jinên tên perçiqandin. Ez dixwazim demek beriya demekê Sevim bigihe azadiya xwe. Weke Sevim di nameya xwe de jî gotî, hêviyên wê ji me jinên berxwedêr heye. Sevim nameya xwe bi diruşma 'Jin jiyan azadî' dawî kiriye û dizane dê jinên li ber xwe didin serkevin."

'Rewşa deruniya keçika 4 salî nebaşe'

Bi heman şêweyî hevala Sevim Arzu Demir jî zoriyên ku Sevim dibîne wiha vegot: "Bi îdiaya wêneyê hevalê me Haci Lokman Birlik parkiriye niha di girtîgehê dene. Sevim rêvebera partiyekê ye û dayîka du zarokane. Ev du meh û nîve di girtîgehê dene û hîna dadgeh nekirine. Ya herî me xemgîn dike dayîkek xebatkarbû. Rewşa deruniya zaroka wê ya 4 salî nebaşe. Zarok hefteyekê di girtîgehê de li gel dayîka xwe, hefteyekê jî ji derve dimîne. Keça wê ya 12 salî jî xwe kêşaye hindirê xwe û li hemberî her kesê bi berteke."

'Em li gel hemû jinan in'

Arzu herî dawî di kesayeta Sevim de ji bo jinên girtî wiha got: "Zarokên gelek hevalên me yên girtî hene. Ew zarok ji malbatê dur mezin dibin. Ger em îro tiştekê dikin ji bo zarokên xwe dikin. Em heya dawiyê li gel hemû jinan in. Em li gel hevala xwe Sevim in, lê ji bo zarokên wê em nikarin cihê dayîka wan bigirin."

(zt)