Polîsê Dîlek Dogan qetil kirin hat tayîn kirin, doz jî hat taloqkirin!
14:27
JINHA
STENBOL- Polîs Y. M ku Dîlek Dogan qetil kir, doza wî dîsa hat taloqkirin û hate hînbûn ku gumanbar bi hinceta ewlehiyê hatiye tayînkirin.
Sêyemîn runiştina doza têkildarî qetilkirina Dîlek Dogan de k udi 18’ê cotmeha 2015’an de li taxa Kuçuk Armutlu ya Sariyera Stenbolê bi guleya polîsan hat qetilkirin, li 12’emîn Dadgeha Cezaya giran a Stenbolê pêk hat.
Ewlehiya wî tineye!
Di runiştinê de piştî parêzerê Dîlek Doganê parêzerê gumandar Y. M yê ne girtî axivî. Parêzer îdia kir ku ewlehiya Y.M tine û got ji ber vê beşdarî runiştinê nebûye. Her wiha parêzer agahî da ku polîsê gumanbar Y.M tayînê bajarekî din hatiye kirin.
‘Dadgeh bêalî û adîlane tevnagere’
Parêzrên Dîlek Doganê dan zanîn ku heyeta dadgehê adîlane tevnagerin û got wê daxwaza reddî hakîm nekin. Parêzrên Dîlogê gotin dadgeh bêalî û adîlane tevnegeriyane û gumanbar parastina û destnîşan kir ku dadgehê derbarê gumanbarê ku bi 20 salan tê darizandin biryara girtinê nedaye. Heyeta dadgehê got ev wek redda hakîm tê dîtin û ji bo biryarê binirxînin runiştin taloqî 12’ê cotmehê kirin.
Bîlançoya rojê 19 binçavkirin
Li aliyê din jî 6 kesên bertek nîşanê negirtina polîs Y.M, dan û du kesên li edliyeyê pankarta ‘Ji bo Dîlek Dogan edelet’ vekirin hatin binçavkirin. Li ser vê 8 kesan çalakiya runiştinê pêk anîn û dirûşme berzkirin. Polîsan dora wan jî girt û ew jî binçavirin. Li gorî agahiyên hatine girtin 19 kes hatine binçavkirin.
(hu)