'Zagon bandorek mezin li ser civakê dike'
09:04
Roza Hiso/JINHA
AMÛDÊ - Hevseroka Meclisa Zagonsaz a Kantona Cizîrê Nezîre Gewriyê, têkîldarê zagonan nirxandin kir û got, zagon bandorek mezin li ser jinan û civakê dike.
Li Rojavayê Kurdistanê jinan hem li hember pergala desthilatdariyê têdikoşin hem jî pergala xwe ji nûde înşa dikin. Hevseroka Meclisa Zagonsaz a Kantona Cizîrê Nezîre Gewriye têkîldarê 'Zagonên Desteyê' ên ku ji aliyê tevahî welatiyan ve rastî eleqê tê nirxand. Nezîre diyar kir ku zagon ji bo jinan bûye mijarên gotûbêjê û wiha domand, "Wekî tê zanîn ji dest pêka avakirina Meclisa Zagonsaz ve zagon hatin derxistin, zagonên herî giring jî ev bûn; zagona erka xweparastinê, rêgezên giştî û bingehîn derbarê jinan de, zagonên gumrika giştî, zagona destûra partiyên siyasî û hwd."
'Zagon karên Desteyan û civakê hêsan dike'
Nezîre bandora zagonan li ser civakê wiha nirxand, "Zagonên ku hatine derxistin xwedî giringiyekî mezin in. Armanca van zagonan ew e ku karê Desteyan û xizmetguzariyê di Kantonê de were hêsankirin. Ji ber wê ev zagon xwedî bandorekî mezin li ser civakê ne. Em herî zêde jî dixwazin ku van zagonan bi rêya ragihandinê bighînin civakê. Her wiha bi rêya semîner û civînên komîn û meclisan ku ji civakê re tên dayîn, tên danasîn. Zagona jinê ku wekî zagonên herî giring e, ji bo zanistikirina jinan û azadkirinê ji hişmendiya zilamê desthilatdar, xwedî bandorekî mezin e li ser civakê. Bi giştî ji sala 2014'an de heya 2016'an 56 zagon hatin derxistin. Karên herî giring ku meclis pê rabû jî nîqaşkirina zagonan û derxistina wan ji bo hêsankirina karê desteyên di nava Meclisa Rêveber û civakê de bû."
'Beşek mezin a civakê zagonên jinê pejirandin'
Nezîra bal kişand ser giringiya zagonên jinê û bandora wê ya li ser civakê û wiha pê de çû: "Piştî derxistina zagonên jinê di kantonê de bandoreke pir mezin di nava civakê de çêkir, beşek mezin ji civakê ev zagon pejirandin û azadkirina jinê ji zilamê desthilatdar di nav de dîtin." Nezîre anî ziman ku hevgirtina civakê li derdora Rêveberiya Xweser alternatîfa herî rast e ji bo rêveberiyeke nû ku heremê bi rê ve bibe û wiha got: "Ji ber ku Xweseriya Demokratîk dikarîbû heremê ji hemû hêlan ve biparêze. Niha jî bi yekîtiya hemû hêzan di nava QSD'ê de çareseriya herî rast di nava xwe de dihewîne. Peyama min ji bo hemû jinan jî ew e ku di van zagonan de baş tê bighêjin da ku bikaribin civakê jî li ser vî esasî perwerde bikin û hişmendiya desthilatdar a heyî ji holê rakin."
(lç/rc)