'Li hember şideta dewletê dê her dem îtiraz û raperîna me hebe'
11:38
JINHA
MÊRDÎN - Hevseroka Partiya Demokratîka Gelan Sebahat Tuncel a ku ji ber li Silopî hember êrîşa polîsan parastina cewherî kiriye hem cezayê girtigehê û hem jî cezayê pere lê hatî birîn got: "Dê her dem îtiraz û raperîna me jinan li hemberî şideta mêran berdewam bike. Heya avakirina civakek bê şidet, şer û mêtîngerî emê têkoşînê berdewam bikin."
Li navçeya Silopiya Şirnexê di 21'ê Adara sala 2011'an de dema ku bi tevlîbûna parlementera berê ya BDP'ê Sebahat Tuncel welatiyan xwestin Newrozê pîroz bikin rastî êrîşa polîsan hatin. Piştî êrîşa polîsan a bi avaşid û gaza îsotê Sebahat û yên pêre hewildan ji bo rewşê bidin sekinandin bi polîsan re hevdîtin bikin. Di dema hevdîtinê de ji ber derketina nîqaşan Sebahat parastina xwe ya cewherî karanî. Ji ber ku Sebahat parastina cewherî karanî bi hinceta şeqamek li Midurê polîsan ê Şirnexê yê demê Murat çeniner daye doz lê hat vekirin, salek cezayê girtîgehê, 8 hezar û 500 cezayê pere lê hat birîn.
'Tiştên li Silopiya tên jiyandin îtiraza li hember şideta dewletê ye'
Girêdayî mijarê Sebahat wiha axivî: "Wê dem di pîrozbahiyên Newrozê de dema ku me xwest em konê demokrasiyê ziyaret bikin, rastî êrîşê hatin. Ger bê bîra we wê demê lingê parlementerekê şikest. Gelek parlementer, rêveber, endamên me jî di navê de gelek jin rastî êrîşê hatin û birîndarbûn. Ji ber ku me li hemberî wê rewşê îtiraz kir ji bo wê doz li me vekirin. Berê jî tazmînat vekirin. Ji ber ku em helwesta li wê ya li hemberî dewletê didin ji bo wê jî em ji aliyê dewletê ve tên cezakirin. Herî dawî cezayê ku dan encama vêye. Ya rast li wê bê darezandin şideta dewletêye û yên fermana wê didin mudurê emniyetê, walî û qeymeqame."
'Pirsgirêk ne tenê şeqameke'
Sebahat da zanîn ku hîna pêvajoya hiquqî ne qediyaye û wiha domand: "Em qala pêvajoyek diyarde dikin. Pirsgirêk tenê ne şeqameke, li gorî fikira wan çawan jinek kurd tiştek wiha bike û dengê xwe derxiye. Hîna jin li qadan hemberî zayendperestî û nijadperestiyê têkoşînê dikin. Li hemberî şideta mêran pêşxistina parastêna cewherî pir giringe. Her dem jinên li hember şideta mêran û dewletê radibin ji aliyê dewletê ve tên cezakirin. Em dikarin bûyera di Newrozê de hatî jiyandin jî wiha bigirin dest. Li hember şideta li wê hatî jiyandin dengê xwe derxistin ji aliyê darazê ve weke suc tê dîtin. Me li hemberî wê îtiraz kir, lê di encamê de em bi daraz û dewleta mêran re ru bi ru ne."
'Dê her dem raperîna me berdewam bike'
Sebahat destnîşan kir ku pirsgirêka heyî tenê ne ya dadgeha herêmiye û wiha berdewam kir: "Ger darazek dadwer hebe divê yên zilmê li gel dikin bên darezandin. Em têkoşîna vê di aliyê hiquqî û siyasî de bidin. Em jin li hemberî deshilatiya mêran siyasetê bikin. Em kurd li hemberî pergala yekane têkoşînê bikin. Dê îtiraz û raperîna me jinan her dem li hemberî deshilatiya mêran berdewam bike. Heya avakirina civakek bê şidet, şer û mêtîngerî emê têkoşînê berdewam bikin."
(zt)