Li Manîsayê ji ber meşa 8 Adarê ji bo 12 jinan 20 sal û 8 heyv ceza
09:51
Ayşe Yilmaz / JINHA
MANÎSA - Li Manîsayê sala borî ji ber 12 jin tevlî meşa 8'ê Adarê Rojên Jinên Cîhanê bûne 20 sal û 8 heyv ceza li wan hat birîn. Jinan amedekariyê biryarê ji AÎHM'ê re raghînin dikin.
Li Manîsayê sala borî ji ber 12 jin tevlî meşa 8'ê Adarê Rojên Jinên Cîhanê bûne doz derbarê wan de hat vekirin. 5. rûniştina dozê li 1. Dadgeha Cezayê Asliyê ya Manîsayê hat dîtin. Di rûniştinê de bi hinceta "Li hember zagonên 2911 civîn û xwepêşandan muxelefet" pêk anîne 20 sal û 8 heyv ji bo jinan cezayê girtîgehê hat dayîn. Jinên ku li hember biryarê nerazîbûn nîşan dane diyar kirin ku eger bi riyê parêzerên xwe encam negrin wê serî li AÎHM'ê bidin.
'Têkoşîna me dê bidome'
Kedkara Tenduristiyê Fîgen Pehlîvan Demîr diyar kir ku cezayê ku dadgeh daye ne li gorî hiqûqê ye û got di çerçoveyê mafên xwe de ew ê meşên xwe li dar bixin. Fîgenê wiha got, "Eger em ceza bigrin jî em mafên xwe dizanin, em ê meş, têkoşîn û xwepêşandanên xwe berdewam bikin. Me meşa xwe li Qada Cumhuriyetê bi piştgiriya Platforma Aştî, Ked û Demokrasiyê dabû dest pêkirin. Me tiştek şaş pêk ne aniye bê guman. Di meşa mede 17 kes hatin darizandin û ji van tenê 3'ê kes beraat kirin."
'Em vê biryarê nasnakin'
Kedkara Perwerdehiyê Emek Çeker jî anî ziman ku ew bendê biryarek wiha nebûn û got, ew li hember bîryarê cezayê matmayî mane. Emek bilêv kir ku ew têkoşîn û kedê xwe bi mafdar dibînin û got, "Em vê biryarê hatî dayîn nasnakin."
(rc)