Şahidên doza Nihat: Zarok hedef girtin û gulebaran kirin

17:17

JINHA

ŞIRNEX - Di danişîna 7'emîn a doza Nîhat Kazanhanê 12 salî yê li Cizîrê ji aliyê polîsanv e hate qetilkirin de şehid Îdrîs Sayaca got ku wê rojî li Riya Îpekê 3 polîs disekinîn û piştî ku zarokan kevir avêtin polîsekî gotina "bes e" bi kar aniye û ji wesayîtê çek aniye û zarok kiriye hedef 3-4 caran gule berdaye. Polîsê girtî Mehmet Nurî Goçmez jî got ku ew peywirdarê dewletê ye û ji ber ku Riya Îpekê riyeke navneteweyî ye hesas nêzîk bûye.

Danişîna 7'emîn a doza zarokê bi navê Nîhat Kazanhan ê 12 salî yê di 14'ê çiyela 2015'an de li navçeya Cizîrê ya Şirnexê li arseya ber mala xwe bi zarokan ve dilîst û ji aliyê polîsan ve hate qitlikirin li 1'emîn Dadgeha Cezaya Giran a Cizîrê hate dîtin. Polîsê girtî Mehmet Nurî Goçmez ji Girtîgeha Elmadagê ya Enqereyê bi sîstema SEGBÎS'ê ve tevli danişînê bû, polîsên din Ufuk Îlmî, Gurcan Turak û Oguzhan Çalişkan jî ji salona SEGBÎS'ê ya Dadgeha Kadastroyê ya Mêrdînê beşdarî danişînê bû.

Di salona dadgehê ku bersûc neanîn de tenê malbata Kazanhan û parêzerên baroyên Enqere, Amed û Şirnexê yên malbatê amade bûn. Di danaşîna îro de şahidên bûyerê Îdrîs Sayaca, Firat Sayaca jî ji Edliyeya Mêrsînê bi sîstema SEGBÎS'ê ve tevlî danişînê bûn û hatin guhdarkirin.

'Zarok rasterast kirin hedef û 3-4 caran gulebaran kirin'

Ewil ji şahidên bûyerê Îdrîs Sayaca ahte guhdarkirin û got ku wê rojê li hemberî Riya Îpekê 3 polîs disekinî, pişti ku zarokan kevir avêtin polîsekî gotina "bes e" bi kar anîn çû ji wesayîtê çek anî zarok kir hedef 3-4 caran gule berda. Îdrîs diyar kir ku polîsê navborî piştî ku gule berda Kazanhan yê din gotina te çi kir" bi kar anî û polîsê ku gule berda ji wir bir.

Delîlên li cihê bûyedê hatin komkirin!

Şahidê bûyerê yê din Firat Sayaca jî anî ziman ku piştî ku gule berdan Kazanhan tîmekî taybet ê bi rûpoş hate cihê bûyerê û li erdê hin tişt kom kir.

Vegotinên şahidên bûyerê nîşandan ku Nihat çawa hatiye qetilkirin.

Piştî vegotinên şahidan hatin tomarkirin Serokê Baroya Şirnexê Parêzer Nûşîrevan Elçî diyar kir ku li gor beyanên şahidan û delîlên hatine berhevkirin divê bersûc Mehmet Nûrî Bakî Goçmez ji ber bizava xwe yî "kuştina zanebûnî" ceza bigire û got ji bo delîl bên windakirin çi ji dest hatoye kirine. Nûşîrvan xwest parêzî esas bên girtin û li ser vê doza domandina girtina polîsê kujer kir.

Parêzerê Nihat, Rojhat Dîlsîz jî diyar kir ku di dema bûyerê de Gerînendeyê Muduriyeta Polîsan ekîbeke ku di nav de komîser Eray û Mehmet Kavalci jî tê de peywridar kirine, lê belê di raporan de hatiye diyar kirin ku bo cihê bûyerê tu ekîb nehatine peywirdarkirin. Parêzer Rojhat, her wiha da zanîn ku muhîmatên kêm jî wek yên tam hatine nîşandan û daxwaza domandina girtina bersûcan kir.

'Dosyeya Nihat wijdanê raya giştî ye'

Parêzer Hasan Erdogan ê li ser navê Baroya Enqereyê axivî jî dest nîşan kir ku doz di nezda wijdanê raya giştî de girîngiyekê dide der, ji ber vê divê peywirdarên cemaweriyê yên serbest jî bên girtin û darizandin. Erdogan wiha got, "Em dixwazin ku kesên ev pêk anîne derkevin holê û bên cezakirin û daxwaza domandina bersûc dikin."

'Bes em daxwaza edaletê dikin'

Bavê Nihat, Alî Kazanhan jî wiha got, "Em bes daxwaza edaletê dikin, her tişt aşkere ye. Wî dilê me şewitand. Bila edalet pêk bê û sûcê herî giran li kujer bê birîn."

Bersûc Mehmet Nûrî Bakî Goçmez jî di parêziya xwe de dubare dest nîşan kir ku ew "peywirdarê dewletê" ye.

Polîsê bersûc got, li hemberî zarokan kînek wan tune ye û got, ji ber ku gumana revê jî tune ye û peywirdarê dewletê ne, daxwaza darizandina bêyî girtinê kir.

Piştî daxwazan navber hat dayîn û piştî navberê heyeta dadgehê biryara xwe de û berdewamiya girtina polîsê bersûc hat dayîn.

heyeta dadgehê, doz taloqî 12'ê Tebaxa 2016'an kir.

(kom/zt)