Temsiliyeta jinê divê di daraz, qanûn û qanûndanînê de derbasdar be
09:02
JINHA
STENBOL- Prof. Dr. Sultan Tahmazoglu Uzelturk, di Destura Bingehîn de tiştên divê ji bo temsiliyeta jinê bê kirin de, nirxand û got: “Jin divê polîtîkayê diyar bike, birêve bibe û xwe awayekî herî baş îfade bike.”
Cigira Anayasa-Derê Prof Dr. Sultan Tahmazoglu Uzelturk, diyar kir ku Tirkiye, di her qada jiyana civakî de di mijara wekheviya jin û mêr de xwedî sîcîlek xerabe û ev di nirxandinên ku organîzasyonên navneteweyî de tê kirinê de jî tê dîtin. Nêrînên têkildarî kotaya jinê de divê hem di qada qanûnî de hem qada partiyên siyasî û hem jî qadên din bên nirxandin. Sultanê got bi taybet di kadroyên rêveberiyê de statuya jinê zêde ne zelale û Tirkiye din ava 170’ê Welatî de di rêzên dawî de cih digire.
‘Hejmara xwedî mal a jinan ji sedî 7 e’
Sultanê tiştên divê derbarê mafên qanûnî yên jinan de bên kirin, wek pêngavên şênber bi nav kir û got: “Divê ji bo jinan derfetê wekheviyê bê afirandin û di destura bingehîn de kontenjana têr bê nasîn. Divê ev hem di darazêde, hem di qanûnê de û hem jî di qanûndanînê de hebe. Divê jin her asta civakê de xwe azad îfade bike û ji rêveberiyê para xwe bigire. Li Tirkiyeyê xwedî mal a jinan ji sedî 7 e. Ev jî nîşan dide ku hêz bi kê re ye.
Sultanê got komîsyona wekheviya deftê ya jin û mêr a li parlamentoyê destpêkê baş hatiye şîrovekirin, lê di nava pêvajoyê de encamên baş dernexistiye holê. Sultanê bi lêv kir ku di navbera jin û mêr de nîvê nîvê nebe jî divê temsiliyek wekhev hebe.
‘Wezîreke din ya xwedî heman nêrînî derket pêşberî me’
Sultanê da zanîn ku wezîra Polîtîkayên Civakî û Malbatî ya berê Sema Ramazanoglu têkildarî bûyera îstîsmara zayendî ya li Karamanê de gotibû ‘Ji carekê tiştek nabe’ û li ser vê rastî bertekên cidî hat. Sultanê got: “Lê rewş neguherî.Ew çû wezîrek din hat. Divê ev bê guhertin. Dewlet divê tedbîrê bigire.”
(hu)