Çîlem: Bi dehan carî çûm qerekolê, kesî rê neda ber min, weke din çareya min tinebû - HATE NÛKIRIN
13:24
JINHA
EDENE- Runiştina biryarê ya Doza ku der barê Çîlem Dogan ya li dijî Hasan Karabulut ku şîdet lê dikir, parastina cewherî bikaranîn û di wê navberê de kuşt, pêkhat. Di runiştinê de ‘ji sûcê ji qestî kes sal ceza li Çîlemê hat birîn. Çîlemê di runiştinê de got: “Li vir behsa polîtîkayên malbatî û civakî tê kirin. Ez yekem car dibihîsim. Min bi dehan carî serî li qerekolan da. Xwezî yekê behsa vê bikira, rê nîşan bida. Wekê din çareya min tinebû. Ez mecbur mam. Xwezî nebûna.
Parêzrên Çîlemê û parêzerên Hasan Karabulut beşdarî runiştinê bûn. Parêzerên Hasan Karabulut îdia kirin ku Hasan fuhuş li Çîlemê ferz nekiriye û şîdet lê nekiriye. Xwestin Çîlem ji kuştina qestî û plankirî bê darizanidn. Parêzerên Hasan bertek nîşanê beşdarbûna parêzerên jin yên Çîlemê û parastina Çîlemê dan. Parêzeran îdia kirin ku parastina wê nayê qebûlkirin. Ev daxwaz ji aliyê serokê dadgehê ve hat redkirin destur da ku hemû parêzerên jin parastinê bike.
Parêzerê Çîlemê got ji xalên tehrîka bêmaf a giran îdianame hatiye amadekirin û lê di encama darizandinê de berovajî vê rewşê tevî ku delîlek tine jî, ji tehrîka bêmaf darizandin hatiye kirin. Parêzeran got ev rewşa heyî wisa bûyerek mirinê ya ji rêzê ye û gotin Çîlemê bi salan şîdet dîtiye, wekê din rêya ku pê de biçe tinebûye.
‘Parastina rewaye’
Parêzeran got Çîlemê bi dehan carî serî li polîsan daye û doza destberdanê vekiriye, lê ew jî bi şîdetê şûnde kişandiye. Parêzer got: “Ez ji serî de parêzerê Çîlemê me. Me serlêdana destberdanê bi hev re kir. Me daxwaznameyên parastinê bi hev reki. Dema dest ji doza desberdanê berda min got wê ev te bibe mirinê, ez vedikişim. Min got here ti daxwaznameyê binivîse. Ez şahida hemû pêvajoya şîdetê me. Teqez û teqez Çîlemê ev bûyer bi plan nekiriye. Wek hun jî dizanin piştî bûyerê hema teslîm bûye. Ev jî nîşan dide ku bûyer di çarçoveya parastina cewherî de hatiye kirin.”
Parêzer got aşkera ye ku maktul Hasan sûcdarekî bi xeter û krîmînale û wiha got: “Hevjînê wê tê malê û dibêje zarok bibe odeya din. Ew jî dikeve odeyê û derî li ser xwe digire. Nekare bireve jî. Fêm dike ku wê maktulê gumanbar wê bikuje. Bi wê tirsê sînorê parastina rewa derbas dike. Em vê jî li gorî xala derbaskirina sînorê parastina rewa di cih de dibînin.”
Parêzer wiha got: “25’emîn xala parastina rewaş nîvco şaş û teng hatiye nirxandin. Şîdet û êrîşa berê hatiye kirin ji nedîve hatiye dîtin û îdianame wisa hatibû nirxandin. Ev rewş li dij ruhê qanûnê ye. Di mutalayê de tê gotin ku Çîlem bi daxwaza xwe dest ji gilîkirinê berdaye. Lê ferzkirina fuhuşê û şîdeta li ser Çîlemê cih nedanê. Hasan Karabulut berê kesekî sivîl û polîsek birîndar kiriye. Piştre ev her du jî ji gilîkirina xwe dest berdane. Dema ev kes ji gumanbar bitirsin wê Çîlem çawa netirse.
‘Jin edeletê dixwazin’
Di mutalayê de tê gotin Çîlem çend caran rastî şîdetê hatiye. Çîlem ji sala 2013’an heta niha li fuhuşê tê zorkirin. Ger Çîlemê xwe neparasta wê niha li goritsana Edeneyê bûye. Gelo Ozgecanê derfetek bidîta wê xwe neparastiba. Gelo wê nexwestiba ku bijî.”
Parêzerên Çîlemê gotin Çîlem azadiyê heq dike û gotin: “Wê tenê xwe parast. Hemû rayagiştî vê dozê dişopîne. Dixwazin Çîlem bê tahliyekirin. Min ji her derê Tirkiyeyê silav anîn. Jin biryarek bi edelet dixwazin.”
‘Wekê din çareya min tinebû’
Çîlemê jî mafê axaftinê girt û diyar kir ku tevî hemû tehdîd û zextan fuhuş qebûl nekiriye û got: “Ev saleke ez xwe didarizÎnim. Ez li îdianameyê dinêrim, mutalayê dixwînim, parastina xwe li ber çavan derbas dikim, ez dibêjim gelo tiştekî din heye ez bikim. Cihekî ez pê de biçim tinebû. Çareya min tine bû. Niha li vir behsa polîtîkayên malbatî û civakî dikin. ez yekem car dibihîzim. Min bi dehan carî serî li qerekolan da. Xwezî yekê ji min re behsa van bikira. Rê nîşanê min bida. Wekê din çareya min tinebû. Ez neçar mam. Xwezî nebûna.”
Heyeta dadgehê ji bo çîlemê destpêkê cezayê muebetê xwest. Piştre ji rewşa baş û tahrîka bêmaf daxistin 15 salan. Serokê Dadgehê bi hinceta ‘beriya sûcê maktulê dema dosya li ber çavan bê girtin ji bo dayîna cezayê Çilemê cih tine’ li dijî biryarê denga dij bikaranî. Lê biryar bi pir dengî hat qebûlkirin û biryara cezakirina Çîlemê hat dayîn.
‘emê biryarê temyiz bikin’
Piştî runiştinê li ber edliyeyê liser navê parêzerên Çîlemê û jinan, parêzer Fatoş Hacivelîgolu axaftinek kir û got ew ti car dest ji doza Çîlemê bernadin û got li ku derê Tirkiyeyê dibe bila bibe wê xwedî li dozên jinan derkevin û got: “Em ti car Çîlemê tenê nahêlin. Serokê Dadgehê ji şerha muxalefetê xwest Çîlem ji parastina rewaş bê tahliyekirin. Ez ji bom e hêviye. Emê biryarê temyîz bikin. Emê ji bo azadiya Çîlemê têbikoşin.
(hu)