'Hevserokatî' tê darezandin
13:58
JINHA
DERSIM - Der barê hevşaredarên Dersimê Nurhayat Altun û Mehmet Alî Bul ji ber pergala "Hevserokatiyê" lêpirsîn hatibû vekirin, hevşaredaran îfade dan. Hevşaredaran diyar kir ku pergal li gorî Şertê Xweseriya Rêveberiyên Herêmê yên Ewropayê ye, li makeqanûn û Qanûna Şaredariyan jî tê.
Ji hêla Serokatiya Lijneya Teftîşê Wezareta Navxweyî der barê "hevşaredariya" Şaredariya Dersimê de lêpirsîn hatibû destpêkirin, piştî destûra darizandinê hat dayîn, tevahiya dosyayê şandin Serdozgerê Komarê yê Dersimê. Der barê mijarê de Hevşaredar Nurhayat Altun agahî da û diyar kir ku bi îdiaya hêj pergala hevserokatiyê neketiye mewzûatê, di bin navê pergala hevserokatiyê de xebat tê kirin û ev ji derveyê usulê hat nîşandan.
Hevşaredar Mehmet Alî Bul jî da zanîn ku bi îdiaya di bin navê hevşaredariyê de, peywîra hevşaredariyê ji ber ku daye Nurhatay Altun û ji vê yekê re çavê xwe girtiye, bi biryara Meclisa Şaredariya Dersimê di dîroka 8.7.2014'an de û li gorî biryara 2014/51 a ku hatiye qebûlkirin, ji bo 'Rêveçûna xebatên Serokên Şaredariyê' ya der barê wê de ji hêla 1'emîn Îdareya Dadgehê ya Xarpêtê ve di dîroka 10.12.2014'an de û li gorî hejmara qanûna E:2014/1134, K:2015/327'an, divê rêveçûna Hevserokatiyê bê berdewam kirin, li ser navê Hevşaredariyê ji ber ku ji Nurhayat Altun re ajovan û ode hatiye amadekirin û ji ber ku cemawerî di aliyê aborî de xistiye zerarê, lêpirsîn hatiye destpêkirin."
Hevşaredarên di çarçoveya lêpirsînê de îfade dan, pirsên wekî "We çima hevşaredarî kir", "Hûn çima maşîna maqamî bi hev re bi kar tînin?", "Çima du odeyên meqamê hene" li hevşaredaran hat pirsîn. Hevşaredaran diyar kir ku wan îfadeya berê daye mufetîşên Wezareta Navxweyî dubare kir. Hevşaredaran diyar kir ku pergala mijara gotinê di Şertê Xweseriya Rêveberiyên Herêmê yên Ewropayê ye, li makeqanûn û Qanûna Şaredariyan de cih digire.
(zt)