'Dosyaya parêzerên OHD’ê dadgerên bi şaîbe amade kirine’
09:10
Rojda Oguz/JINHA
STENBOL- Hevseroka OHD’ê Banu Guvener diyar kir k udi 22’ê Hezîranê de doza parêzer Ayşe Acinikli tê dîtin û tê gotin ku Ayşeyê di serdana muvekîlên xwe ya girtîgehê de têkildarî daxwazên wan de nîşe biriye û aniye. Banu got ev peywireke parêzeriyê ye û got di destê darazê de têkildarî Ayşeyê de ti delîlek şênber tine û got dosya ji aliyê dadgerên bi şaîbe ve hatiye amadekirin.”
Li Tirkiyeyê operasyonên qirkirina siyasî ku parçeyeke konsepta şer e berdewam dike û li dijî her aliyê civakê girtin, binçavkirin pêk tên. Di mehên borî de li dijî parêzeran girtin pêk hatin.
Parêzerên Komeleya Hiqûqnasên Azadîxwaz (OHD) Ayşe Acinikli û Ramazan Demîr hatin girtin. Hevseroka OHD’ê Banu Guvener ji JINHA’yê re axivî û got: “Armanca girtina parêzeran eve ku pêşî li rêxistibûna parêzeran bê girtin. Ayşe û Ramazan jî di saziyên civaka sivîl de bi awayekî aktîf dixebitîn.”
Banu diyar kir ku doza Ayşe Acinikli ji muvekîlên wê yên li girtîgehê girtîne pêk tê û got: “Vekaleketa van kar û baran li ser Ayşe Acinikliye. Tişta tê gotin jî birin û anîna nîşeyane. Peywira sereke ya parêzerekê eve ku biçe girtîgehê û bê. Ger muvekîlê wê girtî be divê biçe û bê. Dema em neçin jî em peywira xwe binpê dikin. Ti delîleke şênber di destê darazê de tine. Tenê dibêjin nîşe biriye û aniye.”
‘Wê demê divê dozgerên girtîgehê jî bên girtin’
Banuyê wiha berdewam kir: “Berê Ayşeyê di rojiyên mirinê de jî parêzerî kiriye. Daxwazên wan radigîhan. Bi vê başkirinê re bi dozgeriya girtîgehê re protokol îmze kiriye. Berê ragîhandina daxwazên girtiyan ne sûc bû. Protokola dozger hebû. Yanî ger sûc hebe wê demê divê hun dozgerên xwe yên girtîgehan jî bigirin.”
‘Dodgerên bi şaîbe amade kirine’
Banuyê got doz di 22’ê Hezîranê de tê dîtin û got dosya bi tevahî ji delîlên dij hiqûqê pêk tê. Banuyê wiha got: “Ev dosya ji aliyê dadger û dozgerên bi şaîbe ve hatiye amadekirin. Ev dosya dosyayek siyasiye. Tiştên ku wek sûc didin ber me, ji bo me madalyaya şerefê ye. Ti hevalekî me serî li dijî vê netewand.têkoşîna me wê bidome. Emê hevalên xwe azad bikin.”
(hu)