'Doza wereke ya KCK'ê' taloqî îlonê kirin

17:08

JINHA

AMED - "Doza sereke ya KCK'ê" ya ku 187 siyasetmedarên kurd tên darizandin, di rûniştina 62'emîn de biryara navborî hat dayîn. Dadgeha ku kûrkirina lêpirsînê, qeydên tapeyan, guhdarkirinên navberî û bermahiyên dijîtalî lêkolîna wan red kir, doz taloqî 21'ê îlonê hat kirin.

Di sala 2009'an de di bin navê operasyonên "KCK'ê" de li Amedê operasyonên qirkirina siyasî destpêkirin, di nav de wekîlên HDP'ê, Hevserokê Giştî yê DBP'ê Kamuran Yuksek, Hevserokê KCD'ê Hatîp Dîcle jî heyî der barê 187 siyasetmedarên kurd de doz hatibû vekirin û di rûniştina 62'emîn a di 13'ê hezîranê ya li 2'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê de, biryara navboriyê hat dayîn. Biryaya ji 17 rûpelan pêk dihat û ji hêla dadgehê ve hatibû nivîsan din de, kûrkirina lêpirsînê, qeydên tapeyan, guhdarkirinên navberî û bermahiyên dijîtalî lêkolîna wan hat redkirin. Gelek daxwazên parêzeran ên wekî kûrkirina lêpirsînan jî ji hêla dadgehê ve hat redkirin, wekî hincet jî "em dê di darizandinê de nûbûnê pêk neynin" hatin nîşandan. Her wiha wergera tapeyan ya ji tirkî wergerandina kurdî jî ji hêla dadgehê ve hat redkirin.

Dadegehê doz taloqî 21'ê îlona 2016'an kir û xwest siyasetmedarên kurd ên ku bi girtî û ji ber dozên cuda tên darizandin di meha îlonê de di rûniştinê de amade bin.

(zt)