Ji bo hevseroka HDP'a Rihayê lêpirsîna vekirina navenda jinan
13:41
JINHA
RIHA - Dozgerê Wêranşarê der barê Hevseroka HDP'ê ya Rihayê Ayşe Surucu de bi hinceta beşdarî vekirina Navenda Jinê ya Sara bû lêpirsîn vekir.
Dozgerê Komarê yê Wêranşara Rihayê der barê Hevseroka HDP'ê ya Rihayê Ayşe Surucu de bi hinceta li navçeya Xalfetî ya Rihayê di 8'ê Adarê de beşdarî Navenda Jinê ya Sara bû lêpirsîn vekir. Ji ber der barê Ayşe de lêpirsîn hat vekirin, midûriyeta polîsan xwest Surucu îfade bide. Hat hînbûn ku ji ber Walîtiya Rihayê di 5-8'ê Adarê de şahiyên li Xalfetiyê qedexe kiriye û Ayşe li dijî biryara daxuyanî, meş û xwepêşandanan derketiye der barê wê de lêpirsîn hatiye vekirin û îfade daye.
(zt)