Runiştina doza nûçegihanên DÎHA yê Meltem û Ugur sibê ye
10:34
JINHA
MÊRDÎN - Doza nuçegîhanên DÎHA yê yên Mêrdînê Meltem Oktay û Ugur Akgul yên ku dema li Nisêbînê nûçe dişopandin û hatin binçavkirin dê sibehê li 2. Dedgeha Cezayê Giran a Mêrdînê bê dîtin. Di doza ku sibehê bê dîtin de Meltem ji 11 nîsanê û vir ve girtî tê girtin.
Doza nûçegîhanên DÎHA yê yên Mêrdînê Ugur Akgul û Meltem Oktay yên ku dema li Nisêbînê nuçe dişopandin bi serdegirtina malê de hatin binçavkirin û piştre Meltem hate girtin sibehê li 2. Dadgeha Cezayên Giran ya Mêrdînê bê dîtin. Di dozê de Meltem Oktay ji 11 nîsanê ve li Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê tê girtin û Ugur jî bi şerte kontrola edlî serbest hate berdan. Tevlî kesên li ser Meltem îfade dane dibêjin "Rojnamevan bû û li taxan wêne dikişand û nûçe çêdikir" jî Meltem bi hinceta "Endama rêxistinê ye" girtî tê girtin. Nuçegîhanê DÎHA yê Ugur jî nûçeyên ku di malperên civakî de parvekirine wekî hinceta lêpirsînê hatiye destgirtin û Ugur jî li hemberî îdîayên "Propagandaya rêxistinê kiriye" dê derkeve pêş dozger.
Serokê Komaleya Mafên Mirovan ya Mêrdînê Parêzer Erdal Kuzu aşkere kir ku kesên di dozê de li ser nuçegîhana me Meltem ifade dane ji bo ku ji poşmantiya dewletê fêdê bigirin bi îdîayê bêesil îfade dane. Erdal diyar kir ku bi van îdîaya nêzî 3 mehan e Meltem Oktay girtî tê girtin û wiha got: "Îdîayên ku li ser herdû nûçegîhanan tê kirin bêbingeh in. Mûmkûn nîn e ku îdîayê ku hatine kirin rast derkeve. Ji ber ku ev rojnamevan nûçegîhanên Ajansa Dîcleyê ne Oktay bi van hincetan girtî tê girtin. Di dozê de tiştekî ku bi dest bê girtin nîn e. Ger dozgerên ku têkevin dozê bi rastî jî huqiqa navneteweyî biparêzin divê doz bê xistin û beraat bê dayîn. Mafê agahî girtinê tê darizandin. Em wêkî kesên parazvanên mafên mirovan,bi van rojnamevanan re mafê girtina agahiyan biparêzin."
Runiştina doza Meltem Oktay û Ugur Akgûl sibê wê li 2. Dadgeha Cezayên Giran di saet 14.00'an de bê dîtin.
(kom/zt)