Nuçegihana DÎHA yê Şermin Soydan bi 6 girtiyên din re sirgun kirin
15:12
JINHA
WAN - Nûçegihana DÎHA yê Şermîn Soydan jî di nav de 7 girtî ji Girtîgeha Tîpa M a Wanê sirgûnê girtîgehên cuda hatin kirin.
Zordariyên dewletê yên li ser girtiyê siyasî didomin. Nûçegihana Ajansa Nûçeyan a Dîcle (DÎHA) yê Şermîn Soydan jî di nav de yek jê zilam 6 girtiyên siyasî yên jin ji Girtîgeha Tîpa M a Wanê hatin sirgunkirin. Navê girtiyên sirgûnê girtîgehên cuda hatine kirin wiha ye: Hevserokê Rêxistina DBP'ê ya Navçeya Geverê Rustem Demîr, Medya Olker, Dîlan Kutlu, Rojbîn Kirdar, Berîvan Aydin, Hamîde Ozer û nûçegihana DÎHA yê Şermîn Soydan. Hate zanîn ku Rustem sirgûnê Rîzeyê hatiye kirin.
(zt)