Kesê êrîşî otobusên li Kurdistanê kirî hat girtin

11:53

JINHA

ENQERE - Adnan Bîlecen ê ku li Enqere êrîşî otobusên firmayên Amedê kirî û 7 kes birîndar kiribûn ji aliyê dadgehê ve hate girtin.

Li Enqereyê kesê bi navê Adnan Bîlecen ku ji gelek sûcên cuda doz lê hatiye vekirin bi tifekê êrîşî 3 otobusan kiribû û di encamê de 7 rêwiyên otobusan birîndar bûbûn. Piştî îfadeyên li dozgeriyê şevê din Adnan derket pêşberî dadgehê û ji aliyê Dadgeha Noberdar a Cezayên Sulhê ve biryara girtina wî hate dayîn.

Hate hînbûn ku Adnan birine Girtîgeha Sîncanê.

(rc)