Şebnem, ji hucreyê hat derxistin û xistin koxuşê

14:12

JINHA

STENBOL- Prof. Dr Şebnem Korur Fîncanci hinceta ku piştgirî da kampanyaya piştevaniya Rojnameya Ozgur Gundemê hat girtin û li Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê xistibûn tek hucreyê û hucreyê derxistin û birin koxuşê.

Seroka Weqfa Mafê Mirovan (TÎHV) Prof Dr. Şebnem Korur Fîncanci yek ji sê kesên ku piştgirî dan Nobedariya Weşana Rojnameya Ozgur Gundemê û hatin girtin bû. Şebnem ku birin girtîgeha Bakirkoyê û xistin hucreya yek kesî, ji hucreyê derxistin.

Parêzera Şebnemê Merîç Eyuboglu û Cigirê Partiya Gel a Komarê (CHP) Velî Agbaba diyar kirin ku Şebnem ji tecrîdê hatiye derxistin û xistine koxuşê.

(hu)