Sibel Çapraz sirgun kirin!

19:16

JINHA

STENBOL - Sibel Çapraz a ku li Geverê bi gulebaran ji wesayîtên zirxî birîndarbû û paşê hat girtin şandîn Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê bi hinceta "tedawiyê" sirgunî Menemenê kirin.

Endama Meclisa Şaredariya Colemêrgê Sibel Çapraz di 27'ê Mijdara sala 2015'an de li Gevera Colemêrgê bi gulebarana wesayîtên zirxî birîndarbû. Sîbel a ku heya niha 15 emelyat derbaskirî di 3 yê adarê de bi hinceta "endama rêxistinê ye" hat girtin. Sibel a ku tedawiya wê tê astengkirin nêzî pênc mehane li Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê tê girtin, bi lez û bez sirgunî Girtîgeha Tîpa R ya Menemen a Îzmîrê kirin.

‘Em bigumanin!’

Xwişka Sibel Kendi Çapraz diyar kir ku ji bo Sibel neçe Îzmîrê daxwazname nivîsiye û got: "Qaşo bi navê tedawiyê şandin. Divê Sibel sê mehan tedawiya fîzîkî bibîne. Destê xwişka min ê rastê nayê xebitandin. Bi qasî em dizanin li Girtîgeha Menemenê tenê girtiya jin Sibele. Kes li wê nîne alîkariya wê bike. Me daxwaza Sibel li nexweşxaneyekê bê dermankirin dikir, lê ceza ser ceza didinê. Birastî jî metirsiyên me hene."

(zt)