'Divê CPT ji bendewariya gel re bibe bersiv’
10:00
Bêrîtan Elyakut/JINHA
AMED – Parêzer Reyhan Yalçindag têkildarî bêdengiya CPT ya ji bo piştî hevdîtina wan ya bi Lîderê PKK’ê Abdullah Ocalan re li Îmraliyê, axivî û diyar kir ku divê CPT li dijî tiştên tê jiyîn sersar tevnegere û divê ji bendewariya gel re bibe bersiv.
Ji 5’ê Nîsan a 2015’an heta nihali ser Lîderê PKK’ê Abdullah Ocalan tecrîda giran tê meşandin. Bi vê tecrîdê li xaka Kurdistanê jî komkujî pêk tên. Parêzer Reyhan Yalçindagê tecrîda li ser Abdullah Ocalan, bê hiqûqiya tê jiyîn û bêdengiya CPT ku hevdîtin pê re çêkir û bêdengiya xwe diparêze nirxand. Reyhanê got di navbera salên 2013-2015’an de li ser lîderê PKK’ê Abdullah Ocalan pêvajoyeke çareserî û muzakereyê hatiye jiyîn û got: “Divê malbatên leşker û polîsên di pevçûnan de mirine vê careke din lêpirsîn bike; "Dema bi Birêz Ocalan re hevdîtinan berdewam dikir, çima mirov nedimirin? Bersiv jî eve. Tevî ku Birêz Ocalan di şert û mercên derveyê mirovahiyê de bû jî bi baweriya we ya aştiyê berxwedana xwe da meşandin.”
‘AKP sûcên xwe berdewam dike’
Hikûmet jî dizane ku beyî Abdullah Ocalan nekare ji bo çareseriyê pêngav bê avêtin û got: “Bi tank û topan bajaran tine dikin. Her ku tecrîda li ser Ocalan kûr dibe, sûcên şer wê berdewam bikin. Înkar, red û bêdengiya dewletê didome. girtîgeha Îmraliyê girtîgeheke yek kesiye û tê wateya îşkenceya 24 saetan. Gel Lîderê PKK’ê Abdullah Ocalan wek hêvî dibîne. Ji ber tecrîdê jî bi fikarin. AKP sûcên xwe berdewam dike. Sedemek din ya neçareseriyê jî kûrbûna tecrîdê ye.”
‘Ocalan dengekî di nav çar dîwaran de deng dide ye’
Reyhanê wiha berdewam kir: “Dewlet bi israr bangên xwe yên ku PKK bila bibe rêxistinek bê çek didomîne. Birêz Ocalan jî şertên wekê avakirina komîsyoneke lêkolîneke ya heqîqetê ye. Ligel vê avakirina heyeta şopandinê bû. birêz Ocalan di demên ku hêviyên gel yê ji bo aştiyê nemabû jî ji Îmraliyê ji bo wan dibe deng. Dewlet jî dixwaze vî dengî qût bike. Ji ber vê jî ev tecrîd ne tenê li ser kesekiye. Li ser diyalogê ya gelê Kurd tecrîd pêk tê.”
‘CPT ji ber îşkence dîtiye hatiye’
Reyhanê bi lêv kir ku CPT yekane komîteya girtîgehan serbixwe temaşe dike û pêşî li îşkenceyê digire ya Ewropayê ye û got: “Welatên endamê konseya Ewropayê neçarin girtîgehên xwe ji CPT re vebikin. Serokê CPT jî heye. Heyeta çûye girtîgeha Îmraliyê çi hatiye jiyîn dîtiye. Ev jî tê vê wateyê ku tecrîda li Îmraliyê ji xwe wek îşkence diîbine. Îdiayan bi îşkenceyê digire dest û ji ber vê hatiye Tirkiyeyê.”
Reyhanê got Tirkiye ne tenê ya CPT, îmzevanê gelek peymanên dine û got NY’yê rola li Cîzirê lîstiye divê niha li Îmraliyê jî bilîze. Reyhanê da zanîn ku gel niha ji Îmraliyê peyamekê dipê û divê CPT li dijî vê bêdeng nemîne û ji bendewariya gel re bibe bersiv û divê peywirên dikevin ser milê wê bike.
(hu)