Ji bo midûrê îstîmara zayendî kir 102 sal ceza tê xwestin

11:47

JINHA

ÎZMÎR- Li navçeya Menderes a Îzmîrê li dibistaneke gund 4 sal berê midûrê wekîl Adîl Ş. li 6 xwendekarî îstîsmara zayendî kiribû û piştî salek û nîvê girtîma hat tahliyekirin. Baroya Îzmîrê têkildarî Adîl Ş. de dîsa doz vekir. Ji sûcê ‘îstîsmara zayendî’ 102 sal ceza hat xwendin û dozê li Edliyeya Bayrakliyê destpêkir.

Li navçeya Mederes a Îzmîrê li dibistana seretayî ya Ahmetçîkê midûrê wekîl yê 22 sale dixebite Adîl Şahînturk, 4 sal berê li 6 xwendekarî îstîsmara zayendî pêk anî. Li gumana mamosteya jin ya li dibistanê dest bi peywirê kir, bûyer derket holê.

Salek û nîv şûnde hat berdan!

Di darizanaina Adîl de çar caran serokê dadgehê guherî. Di encama dozê de Adîl salek û nîvê girtî ma û hat tahliyekirin. Ji aliyê Perwerdehiya Neteweyî tamînata wî hat dayîn û teqawît bûn. Parêzerên boriya Îzmîrê daxwaz kirin ku Adîl ji sûcê îstîsmara zayendî bi daxwaza 102 salan bê darizandin. doza cara duyemîn vebû li 8’emîn Dadgeha Cezaya Giran a Bayrakliya Îzmîrê hat dîtin.

30 parêzer wê zarokan biparêze

Beriya dozê saziyên jinan li ber edliyeyê daxuyaniyek dan û gotin wê şopdarê dozê bin. Ji ber biçûkbûna salonê gelek kes nekarî bikeve salonê.
30 parêzerên 6 xwendekaran û sûcdar Adîl Ş beşdar bûn.

(hu)