Nûçegînanên JINHA’yê: Rojnamegerî ne sûc e!
13:43
JINHA
STENBOL - Runiştina rojnamegerên me Ceren Karlidag û Oyku Dîlara Keskîn ku di dema şopandina nûçeyande hatin binçavkirin û bi îdiaya ‘beşdarî çalakiya bi çekdarî’ bûne îdianame hat amadekirin, pêk hat. Runiştina wan taloqî 11’ê cotmehê hat kirin.
Runiştina rojnamegerên me Ceren Karlidag û Oyku Dîlara Keskîn ku di dema şopandina nûçeyande hatin binçavkirin û bi îdiaya ‘beşdarî çalakiya bi çekdarî’ bûne îro hat dîtin. Doz li Edlieyaya Çaglayan a Stenbolê hat dîtin û runiştin bi lêpirsîna nasnameyan destpê kir.
‘JINHA ajanseke nûçeyane’
Di runiştina kul i 14’emîn Dadgeha Cezaya Giran hat dîtin de nûçegîhana me Ceren Karlidag parastina xwe kir û got: “Min wê rojê ji ber fikirî ku nirxa nûçeyê têde heye çûm ber seferatxaneya îngîlîz. Tevî ku min qerta xwe ya çapemeniyê nîşan da qebûl nekirin. Di îdianameya hatiya amadekirin de tê gotin ku JINHA ‘îlegale’ e. Lê JINHA baca xwe dide, ajanseke ku nêzî 60 rojnamegerên wê hene ye û ne îllegale.” Cerenê got wê mafê girtina nûçeyan parastiye û faliyeta rojnamegeriyê aniye cih û rojnamegerî ne sûc e.
Piştre rojnamegera me Oyku Dîlara Keskîn paratina xwe kir û got ji bo şopandina nûçeyê çûye cihê bûyerê û wiha got: “Tevî ku me li wir got em rojnamegerin, hatin binçavkirin.”
Li dadgehê dîmen hat girtin!
Parêzera nûçegîhanên me Eren Keskîn jî got Ceren û Oyku Dîlara li ser navê JINHA’yê ji bo nûçeyan bişopîne çûne wir û daxwaza beratê kir.
Li aliyê din dema runiştinê de bi pergala SEGBÎS’ê dîmenên rojnamegerên me hatin girtin. Parêzer Eren Keskînê got girtina dîmenan dij hiqûqê ye û îtîraz kir.
Runiştin hat taloqkirin
Heyeta dadgehê jî biryar da ku midûriyeta polîsan dîmenên nûçeyê û binçavkirinê bên peydakirin û runiştin daloqî 11’ê cotmeha 2016’an kir.
(hu)