Midûrê dibistanê yê îstîmar li zarokan kirî, hat girtin!
14:44
JINHA
ÎZMÎR - Li navçeya Menderes a Îzmîrê li dibistnaeke gund 4 sal berê wekîlê Midûr Adîl Ş 4 sal berê 6 xwendekar îstîsmara zayendî lê kir û salek nîv girtî ma û tahliye bibû. Duyemîn runiştina doza Adîl Ş ku bi sûcdariya îstîsmara zayendî lê hatibû vekirin îro hat dîtin .dozger Adîlê ku berê berdabû girtina wî daxwaz kir. Heyeta dadgehê jî bi pir dengiyê biryara girtina wî da.
Li navçreya Menderes a Îzmîrê li gundê Sancakli li dibistana seretayî ya Ahmetçîk Adîl Ş yê ku ev 22 sale wek midûrê wekîl dixebitî 4 sal berê li 6 xwendekaran îstîsmara zayendî kir. Îstîsmara zayendî di encama gumana mamosteya bi navê Saadetê derket holê.
Salek û nîv şûnde hat berdan!
Di darizanaina Adîl de çar caran serokê dadgehê guherî. Di encama dozê de Adîl salek û nîvê girtî ma û hat tahliyekirin. Ji aliyê Perwerdehiya Neteweyî tamînata wî hat dayîn û teqawît bûn. Parêzerên boriya Îzmîrê daxwaz kirin ku Adîl ji sûcê îstîsmara zayendî bi daxwaza 102 salan bê darizandin. doza cara duyemîn vebû li 8’emîn Dadgeha Cezaya Giran a Bayrakliya Îzmîrê hat dîtin.
30 parêzer wê zarokan biparêze
Beriya dozê saziyên jinan li ber edliyeyê daxuyaniyek dan û gotin wê şopdarê dozê bin. Ji ber biçûkbûna salonê gelek kes nekarî bikeve salonê. 30 parêzerên 6 xwendekaran û sûcdar Adîl Ş beşdar bûn.
Îfadeya zarokekî veşarî hat girtin
Di nav de Federasyona Komeleyên Jinên Tirkiyeyê, Baroyên Îzmîr, Stenbol û Mersînê, Egîtîm Sen, Platforma Emê Kuştinên Jinan rawestinînn, Komeleya Parastina Mafê Jinan û gelek saziyên din jî hene xwestin mudaxîlê dozê bibin. Parêzerên mexduran daxwaz kirin yek ji zarokên mexdur ji nûve îfadeya wê\wî bê girtin, lê ji ber temen û psîkolojiyê xwestin îfade veşarî bê girtin.
Serokê dadgehê jî ev daxwaz li ber çavan girt û kesên li salonê derxistin derve. Di salonê de tenê parêzerên aliyan man.
Cubbe hatin derxistin
Piştî îfade qedyaye serokê dadgehê bi psîkolog re îfadeya zarok girtine û hat gotin her kesî cupeyên xwe derxistine û dadger ji kursiya xwe hatiye xwarê û çûye cem zarok.
Rapora du nexweşxaneya bi nakoqe
Dadgehê bi hinceta zirarên ku pêk bên li ber çavan girt û komele û kes tevlî dozê nekirin. Tenê baroyên Îzmîr, Stenbol û Mersînê beşdar kir.
Dadgehê biryar da ku raporên zarokan lêkolîn bikin û got rapora ji Nexweşxaneya Zarokan a Behçet Us û Nexweşxaneya Zanîngeha Egeyê hatiye girtin bi nakoqin û daxwaz kirin ku ji Zanîngeha 9 Eylulê rapor bê girtin.
Hat girtin
Dozger di mutalaya xwe de got Adîlê berê hatiye berdan bila bê girtin û dadgehê jî bi pirdengiyê biryara girtina Adîl Ş. da. Adîl Ş. wê ji nûve bişînin girtîgehê. Dadgehê runiştin taloqî 22’ê îlonê saet 14.30’an kir.
Mamoste Saadet axivî
Mamoste Saadet ku sûc derxist holê li ber edliyeyê axivî û got: “Li cihekî bê dadî hebe, bê deng nemînin. Mirov bi tena serê xwe jî dikarin dora xwe ronî bikin.”
Saziyên beriya runiştinê li ber edliyeyê hatin cem hev diyar kirin ku wê bibin şopdarên dozê.
(hu)