Binpêkirinên mafna yên girtiyên siyasî dispêrin giştînameyan!

09:04

JINHA

ENQERE- Li girtîgehan mafên girtiyên siyasî kut ê gotin xistine bin ewlehiya qanûnî, pir caran bi rê û rêbazên keyfî tên astengkirin û dispêrin giştînameyan. Parêzera ÇHD’ê Ayşegul Çagataş, diyar kir ku di rewşên binpêkirinê de serlêdanên sûc dikin û ev bêhiqûqî teşîrkirine û birine meclîsê.

Wek parçeyeke konsepta şer li girtîgehan binpêkirin û zextên li ser girtiyên siyasî her diçin zêde dibin. Dewlet ji bo îradeya girtiyan bişikîne û teslîm bigire serî li her rêyên keyfî an jî qanûnî dide. Endama Komeleya Hiqûqnasên Hevdem (ÇHD) û parêzera Buroya Hiqûqê ya Gel aşyegul Çagatay binpêkirinên mafan yên li ser girtiyan ji JINHA’yê re vegot û têkildarî mijarê de jî nirxandin kir.

'Qaşo em dewleta hiqûqê ne’

Ayşegulê da zanîn ku dewleta tirk qaşo dibêj eem dewleta hiqûqê ne, lê hiqûq ne ya gel, ya serdestên xwedî sermayeyê ne. Ayşegulê destnîşan kir ku serdest dema ku hiqûq ne li gorî wan be mafê mirovan tine dihesibînin û got: “Tiştên dixwazin bikin, dikin. Li gorî vê qanûn û giştînameyên xwe derdixin. Dewleta hiqûqê tine.”

'Binpêkirinên mafan dispêrin giştînameyan’

Ayşegulê bi lêv kir ku zext û binpêkirinên mafan yên li girtîgehan dispêrên giştînameyan û wiha pê de çû: “Navberekê destur nedan firçe û teştan. Ji bo firçe û teştan bibînin êrîşên hucreyan kirin. Girtî ji xwe vana ji kantînan digirin. Giştîname derxistin û bi sînorkirin. Gotin divê boça firçeyan 75 cm be. Gotin ji yekê zêdetir teşt nabe. Girtiyên nekarin xwe xwar bikin hene. Her wiha 75 cm mirovekî baş jî nexweş dike. Pirtûk jî bi sînorkirin. Yanî ev bi qanûnî nekarin bên qebûlkirin.”

'Emê gilî bikin’

Ayşegulê destnîşan kir ku di rewşên ku zext û binpêkirinên mafan tên jiyîn de serlêdanên sûc dikin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Her wiha em hewl didin van bêhiqûqiyan bibin meclîsan. Em raporan amade dikin, em nêrînên komî digirin û tiştên tên jiyîn ji girtiyan guhdar dikin. bihistina van rewşan pir girîngin. Niha li girtîgehan pir girtiyên siyasî hene. Ji heqereta li dijî serokkomar jî tên girtin. Li derve rîskek mezin heye. Ji ber vê teşîrkirina pêkanînên dijhiqûqê pir girîngin.”

'Bi awayekî kêfî tê astengkirin’

Ayşegulê bi lêv kir ku mafên girtiyan pir caran bi awayekî kêfî nayê dayîn û di demên dawî de bi taybet ligel surgun û sewqkirinan şewitandina înfazan jî tên jiyîn. Ayşegulê got tevî ku gardiyan êrîşê girtiyan dikin jî ceza didin girtiyan û îfaza wan tên şewitandin, tehliyekirina wan dereng dixînin.
Ayşegulê di dawiya axaftina xwe de got wê heta dawiyê mafê wan biparêzin û bibin dengê girtiyan.
(mc/hu)