Bi lez doz li mertalên zindî vekirin
15:52
JINHA
AMED - Welatiyên li hemberî operasyona Licê çûn çoltarê û çalakiya 'mertalên zindî' dabûn destpêkirin, hatibûn binçavkirin, der barê 12 kesan de doz hat vekirin. Kesên bi îdiaya 'alîkarî dane rêxistinê' doz li wan hat vekirin, ji 7 sal û nîv heta 15 salan ceza ji bo wan tê xwestin.
Di 18'ê hezîranê de li navçeya Licê ya Amedê operasyona leşkerî hatibû destpêkirin û gelek herêm ji hêla leşkeran ve hatibû şewitandin. Bi dehan welatiyên ji bo şewata herêmê vemirînin di 24'ê hezîranê de wekî mertalên zindî çûn herêm û ji hêla leşkeran ve hatibûn binçavkirin. Der barê 12 kesan de îdianame hat amadekirin. Îdianameya ji hêla Serdozgerê Komarê yê Amdê ve hat amadekirin de çalakiya welatiyan wekî 'alîkariya rêxistinê' hat pênasekirin û doz li wan hat vekirin.
Welatiyên bi navê F.T., A.D., B.B., A.A., A.D., H.B., G.K.B., C.A., A.K., A.Î. û D.D. ji ber xwestine bikevin herêmê, bi îdiaya 'bi dilxwazî alîkarî dane rêxistinê' der barê wan de 7 sal û nîv heta 15 salan cezayê girtîgehê tê xwestin.
Îdiamaneya ku hat amadekirin, ji hêla 4'emîn Dadeha Cezayê Giran ve hat qebûlkirin. Hat diyarkirin ku dê dadgeh roja rûniştinê diyar bike.
(zt)