Doza parêzerên EHB’ê taloqî 10’ê mijdarê bû

12:12

JINHA

STENBOL- Duyemîn runiştina doza ku parêzerên EHB’ê Sezîn Uçar û Ozlem Gumuştaş têde dihatin darizandin li 14’emîn Dadgeha Cezaya Giran a Edliyeya Çaglayê hat dîtin. Heyeta dadgehê daxwaza berata parêzeran red kir û runiştin taloqî 10’ê mijdarê kirin.

Li parêzerên Buroya Hiqûqê ya Bindestan (EHB) Ozlem Gumuştaş û Sezîn Uçar bi hinceta ‘endamtiya rêxistinê’ û ‘propagandaya rêxistinê’ doz hat vekirin û duyemîn runiştina dozê li 14’emîn Dadgeha Cezaya Giran a Edliyeya Çaglayanê hat dîtin.

Danişin bi nirxandinên serokê dadgeyê yên daxwazên parêzerên Sezîn û Ozlemê dest pê kir. Serokê dadgehê daxwazên ‘redda hîm’ û ‘bila delîlên dij hiqûqê ji dosyayê bên derxistin’ red kir. Piştî biryarê parêzer Ercan Kanar axivî û got: “Delîlên li dij hiqûqê jehrin. Em daxwaza xwe ya ji dosyayê bila derkeve dubare dikin.” Piştî Ercan heyetê navberek kurt da. Piştî navberê heyetê daxwaz red kirin û doz taloqî 10’ê Mijdarê kir.

(rt/hu)