Fîlîz Kerestecîoglu: Wê îstîsmara zayendî bê ceza bihêlin!
09:56
JINHA
ENQERE - Parlamentera HDP’ê Fîlîz Kerestecîoglu biryara betalkirina sînorê temenê 15’yî ya têkildarî îstîsmara zayendî ya DDB’ê de axivî û got di vê rewşê de kesên sûcên îstîsmara zayendî kirine wê bê ceza bimînin. Fîlîzê da zanîn ku hemû zarok ji îstîsmarê vekirî hatine hiştin û got: “Wê Rapora Komîsyona Destberdanê jî bibe qanûnî. Ez bang li rêxistinên jinan dikim ku deng derxînin.”
Dadgeha Destura Bingehîn (DDB) hukma Kanûna Cezaya Tirk (TCK) ya 103 a fikraya 1’emîn ya têkildarî ‘Li dijî her zarokê ku temenê 15 salî derbas nekiriye, her cureyê êrîşa zayendî wê îstîsmara zayendî bê hesibandin’ betal kir. Li dijî 6 endamî, bi dengên 7 endaman biryara betalkirinê ya hat girtin û wê di 13’ê Çileyê 2017’an de bikeve meriyetê. Di pêvajoyê de divê têkildarî sûcên îstîsmara zaroan de sererastkirineke nû bêkirin.
Parlamentera HDP’ê parêzer Fîlîz Kerestecîoglu biryara DDB’ê nirnxand û got ji ber valahiya çêdibe ev biryar wê gelek bi xeter be û got fikraya duyemîn ya 16 sal ceza dida vî sûcê hatibû betalkirin û ji ber vê valahiyek çêbibû. Fîlîzê wiha got: “ Di vê rewşê de kesên îstîsmara zayendî bikin wê bê ceza bimînin.”
'Îstîsmara mezinan bê ceza dihêlin’
Fîlîzê got beyî ku sînorê temen bînin û sererastkirinê bikîn, betalkirina vê xalê bi taybet wê pêşî li îstîsmarkirina zarokên di bin temenê 15’yî de veke û got: “Ev ne tenê ji bo zarokên keç. Wê hemû zarok ji îstîsmarê re bên vekirin. Di vê rewşê de mijara Bafrayê ku dadgehê gotibû ‘ mexdurê 4 salî û 14 salî ne wekhevin, ceza wê pir giran be’. Lê niha mezinan ê ceza dihêlin. Daraza mêr îmzeyê davêje van biryaran.”
Fîlîzê betalkirina fikaraya ku ceza du qat zêde dikir jî şîrove kir û got: “Ev ji bo xilaskirina kesên wek Huseyîn Uzmez hat kirin. Dema fikra bê betalkirin zarokên keç ji îstîsmarkirina mêrên mezin re vekirî tê hiştin.”
Fîlîzê biryara betalkirinê ji rapora Komîsyona Destberdanê jî cuda nenirxand û got piştî demekê wê pêşî lê bê vekirin ku ev rapor bibe qanûn.
Ji bo rêxistinên jinan bang
Fîlîzê têkildarî biryara DDB’ê de bang li endamên darazê yên bi wijdan û rêxistinên jinan kir. Fîlîzê bi taybet bang li tevgerên jinan kir ku vê biryarê cidî bigirin û bikevin nava tevgerê.
(sy\hu)