1. rûniştina komkujiya 10'ê Cotmehê di 7'ê mijdarê de ye

16:31

JINHA

ENQERE - Yekemîn rûniştina doza 100 qasidên aştiyê yên di komkujiya 10'ê Cotmehê de jiyana xwe ji dest dan dê di 7'ê Mijdarê de li 4'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê bê dîtin.

Îdîanameya der barê komkujiya 10'ê Cotmeha 2015'an a li Gara Trênê ya Enqereyê pêk hat û 100 qasidên aştiyê jiyana xwe ji dest dan ji aliyê 4'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê ve hat qebûlkirin. Dozgerê Komarê yê Buroya Lêpirsîna Sûcên li Dijî Pergala Makezagonê Ramazan Dînç îdîaname amade kir û pêşkêşî 4'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê kir. Heyeta dadgehê biryar da ku rûniştina dozê di 7'ê Mijdara 2016'an de bê dîtin. Dozger bi îdîaya "Hewldana pergala Qanûna Esasî" û "Sûcê kuştina 100 kesan" 101 caran cezayê giran ê muebbetê xwest. Ji bo êrîşkaran bi îdîaya "di çarçoveya xebatên rêxistina terorê de hewl daye ku 391 kesan qetil bike" bi giştî di navbera 7 hezar û 631 sal û 11 hezar û 750 sal cezayê girtîghê xwest.

Yên wekî bersûc di îdîanameyê de cih digirin wiha ne:

"İlhami Bali, Deniz Buyukçelebi, Edremit Ture, Yakub Şahin, Hakan Şahîn, Îbrahim Halîl Alçay, Resul Demir, Haci Ali Durmaz, Huseyin Tunç, Abdulmubtalip Demir, Talha Guneş, Mehmet Kadir Cebael, Metin Akaltın, Savaş Yildiz, Burak Ormanoglu, Suphi Alpfidan, Hasan Huseyin Ugur, Bayram Yildiz, Kenan Kutval, Ahmet Guneş, Abdulhamit Boz, Cebrail Kaya, Omer Deniz Dundar, Muhammet Zana Alkan, Walentina Slobodjanjuk (Kazakistan vatandaşı), Mustafa Delibaşlar, Mehmedin Baraç, Nihat Urkmez, Nusret Yılmaz, Kasım Dere, Yakup Selagzı, Erman Ekici, Yakup Karaoglu, Yakup Yıldırım, Esin Altıntug û Hatice Akaltin."

(kom/rc)