OHAL li Îmraliyê ket dewrê: Pêwendî û hevdîtin qedexeye! - FLASH

19:20
FLASH" class="social-twitter">

JINHA

STENBOL -Li ser daxwaza Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê, Dadweriya Înfazê ya 1'emîn a Bûrsayê li Girava îmraliyê mafên serdêr, pêwendiya nivîskî û hevdîtina bi têlefonan a bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û girtiyên din re di dema OHAL'ê de bi her awayî qedexe kir.

Ji 5'ê Nîsana 2015'an heta niha bi tu awayî hevdîtina bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re pêk nayê. Li ser hemû serîlêdanên parêzer û malbatê jî bi tu awayî hevdîtin pêk nehatin. Li Tirkiyeyê piştî hewldana derbeyî ya 15'ê Tîrmehê derbareyê rewşa û ewleyiya Abdullah Ocalan li raya giştî şik û guman xwe dan der û li ser vê dubare parêzer û malbata Abdullah Ocalan serî li dozgeriyê dan, lê hemû serîlêdanên parêzer û malbatê hatine redkirin. Lê dozgerî di serîlêdana herî dawî ya malbat û parêzeran de biryareke ku şik û guman zêdetir dê xwe bidin der da.

Li ser daxwaza Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê, Dadweriya Înfazê ya 1'emîn a Bûrsayê li Girava îmraliyê mafên serdêr, pêwendiya nivîskî û hevdîtina bi têlefonan a bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û girtiyên din re di dema OHAL'ê de bi her awayî qedexe kir.

Piştî ku duh biryara OHAL'ê ya hikûmetê li meclîsê hat pejirandin, Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê ji Dadweriya Înfazê ya 1'emîn a Bûrsayê di dema OHAL'ê de bi her awayî daxwaza qedexekirina pêwendiya bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û girtiyên din re kir. Li ser vê Dadweriya Înfazê ya 1'emîn a Bûrsayê jî li ser vê daxwazê demildest tevgeriya û heman daxwaz pejirand û bi vî awayî yekemîn pêkanîna OHAL'ê ya derhuqûqî li Îmraliyê xwe da der.

Wek tê zanîn îro jî parêzer û malbata Abdullah Ocalan bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dabûn. Ev biryar, bêyî ku hayê parêzer û malbata Abdullah Ocalan jê hebe ji hêla Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê wek bersiva serîlêdana parêzeran hat dayîn.

Bi vê biryara dadgehê re, şik û gumanên derbareyê rewşa Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan de zêdetir bûn.

(kom/rc)