Ferîde Laçîn: Yên li bodruman xistin, li bodruman stirîn
09:03
Şehrîban Aslan/JINHA
AMED- Parêzer û cigira hevserokê giştî ya DBP’ê Ferîde Laçîn geşedanên şeva hewldana darbeyê hatin jiyîn û biryarên piştî wê hatin girtin nirxand û bibîr xist ku Bulent Arinç şeva darbeyê xwe di bodrumê de parastiye û got: “Yên ku ji bo Cizîr û Sûrê gotin ‘çi karê wan di bodruman de hebûn?’ destpêkê ew li bodruman stirîn. Em jî îro vedigerin û dibêjin ; Çi hewcebû hun li TBMM’ê ketin stargehê. Çima hun ketin bodruman? Demekî dema bombebaran bê kirin mirov dikevin bodruman."
Piştî hewldana darbeya 15’ê Tîrmehê û şûnde di qadên perwerde, tenduristî, ewlehî û hiqûqê de bi lez û bez guherîn di peywiran de hatin kirin. Hikûmeta AKP’ê û serokkomar dizaynek mezin kirin û he rwiha piştî civîna MGK’ê ya di 20’ê Tîrmehê de pêk hat jî biryara OHAL’ê li 81 bajarî girtin. Piştî biryara OHAL’ê Danezana Mafê Mirovan hat sekinandin. Parêzer û cigira hevserokê giştî ya DBP’ê Ferîde Laçin nirxandin kir û got di encama hewldana darbeyê de gelek kes hatine binçavkirin û wiha got: “Duh êvarê saet ji 01.00’ê şûnde OHAL hat îlan kirin. Li gorî dxuyaniya Numan Kurtulmuş AIHS jî hatiye sekiandin. Ji xwe li gelek bajarên Kurdistanê OHAL hebû”
'Ji bo Kurdan tiştekî cuda tine’
Ferîdeyê bi lêv kir k udi OHAL’ê de yek ji tiştên girîng eve ku azadî û mafên kesane û got bi biryarên ku hatine girtin wê hemû maf û azadî bên binpêkirin. Ferîdeyê bi lêv kir ku ji bo Kurdan tiştekî cuda tine û wiha got: “Seranserê zivistanê hemû Kurdistan hat bombebarankirin. Pêkanînên OHAL’ê hatin jiyîn. Komkujiyên li Sûr, Cizîr, Şirnex, Sîlopiyê hatin jî ji aliyê tuggeneral Adem Hudutî û Akin Ozturk ve pêk hatin. Yên hewldana darbeyê kirine jî ewin. Ev der bi salan hat bombebarankirin. Her kesî temaşe dikir. Em her roj dihatin bombebarankirin û nehat texmînkirin ku wê ev heta meclîsê bibe.”
'Çi hewce dikir hun çûn stargeha TBMM’ê’
Ferîdeyê da zanîn ku ji sala 80’ê heta niha di alî Kurdan de tiştek neguheriye û bi biryarên wan pêkanînên qanûnî hebûn. Bulent Arinç şeva darbeyê di televîzyonê de got ew bi cînarên xwe re di katê -1’ê de ne. Ev jî katê bodrumê ye. Sedema vê jî bombekirina Enqereyê bû. Yên ji bo Cizîr û Sûr ê pirsa ‘çi karê wan di bodrumê de hebû’ dikirin ew bûn. Îro jî em ji wan dipirsin. Çi hewce dikir hun ketin stargeha TBMM’ê. Çima hun ketin bodruman? Demek dema bombebaran bê kirin mirov dikevin bodruman. Ger polîtîkayên zilmê ya li ser Kurdan neyê guherin wê Tirkiye ti car demokratîk nebe û her tim bi hewldanên darbeyê re rû bir û bimînin.”
'Cezayên bê maf û hiqûqa hene’
Ferîdeyê di berdewamiyê de ev tişt gotin: “Îro dibêjin Fetullah Gulen rêxistina terorê ye. Tiştên Fetullah dike duh Ergenekonê dikr. Wan berê li dijî Kurdan mil dabûn hev. Hişê her kesî nû hat serê wan. Bi hezaran mirov bê maf û bê hiqûq hatin girtin. Rastî cezayên giran hatin.”
Ferîdeyê di dawiya axaftina xwe de têkidlarî rewşa Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan de nirxandin kir û got: “Ji xwe ji sala 2011’an heta niha hevdîtin hatine qedexekirin. Niha tişta divê bê kirin, pêkanîna muzakere û hevdîtinane. Ancax bi muzakereyên bi Ocalan re bê destpêkirin wê demokrasî bê Tirkiyeyê.”
(be/hu)