Pinar Konak:OHAL wê bibe sedema kaosek nû
09:04
JINHA
STENBOL – Piştî daxuyaniya Serokkomar Recep Tayyip Erdogan a civîna MGK’ê, ji OHD’ê Pinar Konak nirxand û got: “ Îlankirina OHAL’ê wê bibê sebeba aloziyên nû. Dema berdewam kirina OHAL’ê jî dê ji bo pirsgirekên welat nebe çareserî û ne gavek raste.”
Serokkomar Recep Tayyip Erdogan piştî civîna MGK’ê ji ber hewldana darbeyê ya şeva 15’ê Tîrmehê li Tirkiyê 3 meh OHAL îlan kir. Piştî hewldana darbeya li Tirkiyê hatî jiyîn, ji Komeleya Hiquqnasên Azadixwaz (OHD) Pinar Konak axivî. Pinarê diyar kir ku wê bi îlankirina OHAL’ê alozî li behtir bin û wiha berdewam kir: “Li Kurdistanê ev nêzî salêkê ye rewşa OHAL’ê tên jiyan kirin. Biryara OHAL’ê eger dem derbas bibê neyê rakirin dê li dijî hiquqê be.”
'Mirov dikarê OHAL’ê ji aliyê siyasî bigirê dest’
Pinarê vegotina di sala 120.’ê ya destura bingehîn a ‘Di rewşa bilindbûna bûyerên şîdetê, hewldanên ku azadî û mafên sereke ji holê radike de, serokkomar dikare nêrîna MGK’ê bigire û beyî 6 mehan derbas bike OHAL’ê dikare îlan bike’ bibîr xist û got hinceta îlankirina OHAL’ê ‘Destura Bingehî rejîma OHAL’ê di xalên 119.120 û 121’ê de li ser du esasan digire dest. Di nava van du esasan de ‘aloziya giran a aboriyê û afetê’ ne hincete û bi hinceta hewldana darbeyê ya li Tirkiyeyê hatiye jiyîn re di bin îrabeya ‘zêdebûna bûyerên şîdetê û xerabûna pergala cemawerî’ de tê îlankirin.
'Dê OHAL bibê sebeba aloziyên nû’
Pinarê da zanî ku di rewşek biçûk de wê pirsgirekên mezin bên jiyîn û wiha dom kir: “Xalên sernava OHAL’ê dê bibê sebeba aloziyên nû. Dirêjiya berdewamkirina OHAL’ê wê pirsgirêkên ku li Tirkiyê heyî jî asteng neke û ev gavek şaşê.”
Pinarê wiha qala desthilatiya OHAL’ê kir û ev tişt got: “Dê derketina kolanan bê qedexe kirin. Welatî nikarin herin hemû deran bigerin û dê kombûnên civakê bên qedexe kirin. Dê ev rewş dem dem bibin kêfyî û we li ser welatiyan lêgerîn werê kirin û dest deynin ser alavên welatiyan ku delîl tên ditîn. We tundiyên li ser çapemeniyê zêdetir bin. Li gorî xalên wek rojnamerger, kovar, broşûr, pirtûk û îlanên dest û dîwaran we bên qedexe kirin. Ev tiştên ku ez behs dikim ku ji devrî welat bên weşandin dibê ku bi kevin Tirkiyê.”
Pinarê dest nîşan kir ku ew maddeyên ku qala wan kirî nikarin pêşiya tiştên bên jiyankirin bigirin û we bibê sebebên aloziyên nû. Pinarê di dawî de got ku bila di demêk kurt de hikumet rewşa OHAL’ê bi dawî bikê.
(ro/dt-hu)