Edîrora me Zehra Dogan derxistin Edliyeyê

13:30

JINHA

MÊRDÎN –Edîtora ajansa me Zehra Dogan û şêwirmendê parlamenterê HDP’ê Alî Atalan, Malzum Kavak rojek berê li Mêrdînê di kafeya ku runiştibûn de hatin biçavkirin, derxistin edliyeyê. Nûçe û parçvekirinên di çapemeniya civakîyên Zehra Doganê, yên Mazlum Kavak jî bi hinceta beşdarî şahiyan bûye sûc hatin dîtin.

Edîtora ajansa me Zehra Dogan û şêwirmendê parlamenterê HDP’ê Alî Atalan, Malzum Kavak rojek berê li Mêrdînê di kafeya ku runiştibûn de hatin biçavkirin, ji bo îfedeyê derxistin edliyeyê. Zehra û Mazlum li Midûriyeta Polîsan Nisêbînê îfadeya wan girtin û têkildarî wan de îfadeyên şahidê veşarî hat pirsîn û hat dîtin ku her du jî ji ber faliyetên ku meşandine hatine lêpirsînkirin.

Îfadeyên şahidê veşarî esas hat girtin

Têkildarî nûçe û xêzên wê yên bi cilên leşkerî yên di facebokê de parvekirî ya edîtora me Zehra Dogan de, îfadeyên 9 şahidên veşarî hincet hat nîşandan û faliyetên rojnamegeriyê jî wek propagandaya rêxistinî hat nîşandan.

Nûçeyên têkildarî êrîşên qirkirinê de di lêpirsîna li midûriyeta polîsan de, ‘di parvekirina 22’ê Kanûna 2015’an de operasyona li dijî endamên PKK-KCK’ê hatiye kirin, wekê ku li dijî gel hatiye kirin, di nûçeyê de zarok hatiye bikaranîn’ sûc hat nîşan dan.

Zehrayê di îfadeya xwe de sûcdarî qebûl nekir û got hemû nûçeyên wê di çarçoveya faliyetên nûçegîhaniyê de hatiye kirin û got ew endama Sendîkaya Rojnamegerên Tirkiyeyê ye.

Parvekirina 8’ê Adarê sûc hat hesibandin

Şêwirmendê parlamenterê HDP’ê Alî Atalan, Mazlum Kavak jî, beşdariya wê ya bernameyên bi Alî Atalan re sûc hat hesibandin. Her wiha wiha parvekirina wî ya di çapemeniya civakî de ya derbarê 8’ê Adarê de sûc hat hesibandin.

Li aliyê din jî wêneyên bernemayan yên kişandibû û parvekirbû jî sûc hat dîtin.

(ekip/hu)