Edîtora me Zehra Dogan hat girtin - HATE NÛKIRIN

15:40
HATE NÛKIRIN" class="social-twitter">

JINHA

MÊRDÎN - Edîtora me Zehra Dogan ya ku li Mêrdînê piştî binçavkirinê sewqî dadgeha Nisêbînê hat kirin bi îddayê, "propagandaya rêxistinê kiriye" hat girtin. Şêwirmendê Parlementerê HDP'ê yê Mêrdînê Mazlûm Kavak serbest hat berdan.

Edîtora Ajansa Nûçeyan a Jin'ê (JINHA) Zehra Dogan û şewirmendê Parlementerê HDP'ê yê Mêrdînê Alî Atalan, Mazlum Kavak ku li Miduriyeta Emniyetê ya Nisêbînê îfadeya wan hate wergirtin derxistin dozgeriyê. Piştî îfadeyê Zehra bi îddîayê "propagandaya rêxistinê kiriye" hate girtin. Şewirmendê parlamenterê HDP'ê Alî Atalan, Mazlum Kavak jî bi şerta kontrola edlî hat berdan.

(rc)