‘Di hukma qanûnê de bi biryarnameyê re hemû muxalîf wê bên çewisandin’

09:41

JINHA

ENQERE- Piştî îlankirin OHAL’ê serokkomar û hikûmeta AKP’ê biryarnameyên di hukma qanûnê de derxistin, pêşî li xespkirina maf û azadiyan vekir. Parêzer Îlke Işik der barê mijarê de axivî û got yek ji binpêkirina mafan dema binçavkirinê ye û got: “Pêvajoya binçavkirinê 30 rojin. Hemû xalên din yên di biryarnameyê de rayeyê dide ku aliyê muxalîf bê çewisandin.

Piştî hewldana darbeyê ya 15’ê Tîrmehê şûnde di civîna MGK’ê de biryara OHAL’ê ya 3 mehan hat girtin. Piştî biryara OHAL’ê Biryarnameya Di Hukma Qanûnê de (KHK) hat derxistin û vê jî pêşî li binpêkirina mafan vekir. Parêzer Îlke Işik Sagdiç ji JINHA’yê re axivî û got heta blogek demokrasiyê neyê avakirin wê rastî pêkanîn faşîzan bên.

'OHAL rayeyên berfireh dide hikûmetê’
Parêzer Îlke Işik Sagdiç got OHAL rayeyê berfireh dide hikûmetê û got: “Pêkanîn û qedexeyên OHAL’ê destpêkê hat girtîgehê. Girtîgehên şert û mercên wan zehmetin qedxe anînê. Xalên li dijî peyamên navneteweyî, mafên mirovan yên gerdunî û rêbazên hiqûqê yên Tirkiyeyê hene.”

'Xalên biryarnameyê dij-demokratîkin’
Îlkeyê da zanîn ku ew wek parêzer wê ji vê pêvajoyê û şûnde ji bo maf û azadî neyên xespkirin wê aktîf bixebitin û têkoşîna hiqûqê bidin. Îlkeyê got: “Dema binavkirinê derxistin 30 rojî. Ti aliyê vê yê mantiqî tine. Ev rewş li dij hiqûqê ye, îşkenceye, kirina pêkanîna xerabe, binpêkirin maf û azadiya ne.”

'Bi biryarnameyê re hemû muxalîf tên çewisandin’

Îlkeyê di berdewamiya axaftina xwe de diyar kri ku desthilatdariya siyasî behsa rêzdariya li dijî mafê mirovan û demokrasiyê dike, lê mixabin biryarnameyeke ku maf û azadiyan xesp dike derxitiye û têkildarî vê birynarnameyê de wê binpêkirinên cidî bên jiyîn.”

Hewcedariya me bi demokrasî û azadiyê heye

Îlkeyê bi lêv kir ku li vî welatî herî zêde aliyên çep, kedkar, demokrat ji ber darbeyê mexdur dibin û got: “Me hewldana darbeyekê jiya. Kes ne li alî vê darbeyê ye. lê desthilatdarî dibêje ewê hesabê vê darbeyê bê dayîn. Wê demê divê di çarçoveya hiqûqî de bê kirin. Ev saleke me tiştên bi xof jiyan. Ev darbe jî ji ber hawira kaosê çêbû. Hewcedariya me jî bi azadî û demokrasiyê heye.”
Îlkeceyê da zanîn ku ji bo aştî û demokrasiyê divê hêzên ked û demokrasiyê bên cem hev û got ev gelek girînge û got ji bo pêvajoya muzakereyê bê destpêkirin ev şert e.”

(mc/hu)