Ji bo hevdîtinê ligel Abdullah Ocalan serî lêdan
14:01
JINHA
STENBOL- Ji bo hevdîtina bi Rêberê PKK'ê Abdûllah Ocalan re malbat û parêzerên wî dubare serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.
Piştî hewldana derbeya 15'ê Tîrmehê derbareyê rewşa Rêberê PKK'ê Abdûllah Ocalan de bi awayekî zêde şik û guman xwe dan der. Li ser vê malbat û parêzerên Abdullah Ocalan; Cengîz Çîçek, Mazlûm Dînç û Faîk Ozgur Erol îro dubare serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan. Piştî hewldana derbeyê hemû serîlêdanên malbat û parêzeran bi hincetên cuda hatibûn redkirin û her wiha 1'emîn Dadweriya Înfazê ya Bûrsayê hemû hevdîtin bo OHAL'ê qedexekiribûn.
Li ser vê biryara dadgehê parêzeran, diyar kiribûn ku heta hevdîtin bi muwekîlê wan re çêbibe dê serîlêdanên wan bidomin.
(kom/rc)