Serlêdana hevdîtina bi Abdullah Ocalan re cardin hat redkirin
17:43
Tîrmeh
26
/ 2016
JINHA
STENBOL - Serlêdana parêzerên Rêberê PKK'ê Abdullha Ocalan û malbatê ya ji bo hevdîtinê ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Bursayê ve hat redkirin.
Parêzerên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan Cengîz Çîçk, Mazlum Dînç û Faîk Ozgur Erol û xwîşk û birayên wî Fatma Ocalan û Mehmet Ocalan ji bo hevdîtinê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê dabûn. Dozgeriyê serlêdan di çarçoveya 1'emîn Dadgeriya Înfazê ya Bursayê de red kir.
Dadgehê di dema OHAL'ê de hevdîtina bi Abdullah Ocalan re qedexe kiribû.
(kom/rc)