Îşkenceya ku li zarokê wê hatî kirin vegot, Serokatiye doz vekir
12:04
JINHA
MÊRDÎN - Hevseroka DBP'ê ya Nisêbînê Ziynet Algan ji ber ku îşkenceya li kurê wê hatiye kirin bi çapemeniyê re parve kir der barê wê de lêpirsîn hat vekirin.
Hevseroka Partiya Herêmên Demokatîk (DBP) ya Nisêbînê Ziynet Algan ji ber îşkenceya ku polîsan li kurê wê H.Algan ê 16 salî kirin vegot, rasti lêpirsînê hat. Kurê Ziynet Algan H.Algan, di bin çavan de rastî îşkenceyê hatibû û çavekî xwe winda kiribû. Ziynetê ji ber rastî vegot li ser giliya Wezareta Dadê rastî lêpirsînê hat. Kurê Ziynetê H.Algan, piştî hat binçavkirin hatibû girtin û sirgûnî Girtîgeha Tîpa D a Amedê hatibû kirin. H.Algan di bin çavan de rastî îşkenceya tîmên taybet hatibû. Rêxistina Efoyê jî li Nisêbênê daxuyanî dabû û diyar kiribû ku Parêzerê H.Algan diyar kiriye ku pêwiste A. Algan ji çavê xwe bê emeliyatkirin, lê dîsa nehatiye emeliyatkirin.
(kom/rc)