Dê 1. runiştina doza Sîbel Çapraz bê dîtin
12:29
JINHA
COLEMÊRG – Dê 1. runiştina doza Sibel Çapraz a ku li Geverê bi gulebaran ji wesayîtên zirxî birîndarbû û paşê hat girtin li Girtîgeha tipa R ya Menemena İzmirê bê dîtin.
Endama Meclisa Şaredariya Colemêrgê Sibel Çapraz di 27'ê Mijdara sala 2015'an de li Gevera Colemêrgê bi gulebarana wesayîtên zirxî birîndarbû. Sîbel a ku bi birîndarî girtin li gel raporên bijîşkan jî di girtîgehê de tê girtin îro 1. runiştina doza wê tê dîtin. Ji ber ku Sîbel nikare beşdarî runiştina dozê bibe dê li Îzmîr ê ser SEGBIS ê tevlî doza navceya Gevera Colemêrgê bibe. Parêzer ê Sîbel ê yê Geverê Davut Uzunkopru û parêzer a Îzmir ê Banu Guveren dê Sibel ê bi parêzin.
(kom/zt)