Li Kurdistanê komkujî li ber çavê DMME’yê pêk hatibû!

10:47

Duygu Erol/JINHA

ENQERE-Piştî biryara OHAL’ê û rawestandin AÎHS’ê, li Kurdistana ku bi awayekî fîîlî rêveberiya teng tê p3ekanîn, binpêkirinên mafan hat hişê mirovan. Li Kurdistanê di salekê de 11 caran serî li DMME’ê û 4 caran jî serî li DDB’ê hat dayîn. Tevî serlêdan û biryarên tedbîrê, bi sedan kes ji aliyê hêzên dewletê ve hatin qetilkirin û ev hemû baweriya bi hiqûqê careke dide lêpirsînkirin.

Piştî hewldana darbeyê şûnde ji aliyê MGK û Lijneya Wezîran ve OHAL ya 3 mehan hat aşkerakirin. Piştî vê cigirê serokwezîr Numan Kurtulmuş got Peymana Mafê Mirovan a Ewropayê (AÎHS) hatiye sekinandin. Parêzvanên mafê mirovan û hiqûqnasan jî daxuyanî dan û got xalên binçavkirin, binpêkirina mafan, koletiyê yê AÎHS’ê nekarin bên rawestiandin û gotin rewşa binpêkirina mafan bibe dikare serî li DMME’ê bê dayîn.
Piştî van daxuyaniyan tişta destpêkê hat hişê mirovan, binpêkirinên mafan yên ev saleke li Kurdistanê tên jiyînê ne.

Armaca AÎHS’ê çiye?
Piştî hikûmetê aşkera kir ku AÎHS hatiye sekinandin, pirsa ev peyaman ji ku derketiye û çi dihundirîne hat pirsîn. AÎHS, piştî Neteweyên Yekbûyî (NY) ji bo hilweşîna şer bê telafîkirin û Ewropayek aştiyane bê afirandin di 4’ê Mijdara 1950’î de hat îmzekirin û di 3’ê îlona 1953’an de ket meriyetê û peymaneke ku maf û azadiya mirovan diparêze, esas digire.

Tirkiyeyê ev peyman di 18’ê Gulana 1954’an de erê kiriye û di 28’ê Çileyê 1987’an de mafê serlêdana şexsî nas kiribû.
Li Kurdistanê çi bibû?
Li Kurdistanê piştî 7’ê Hezîranê şûnde ji aliyê dewletê ve şerek hat îlankirin. Bi şer re qedexeyên derketina kolanê li her bajar û navçeyên Kurdistanê hat îlankirin. Di vê pêvajoyê de mafê bi sedan kesî hat binpêkirin. Herî dawî di 26’ê Hezîrana 2016’an de li gorî daxuyaniyên TÎHV û ÎHD’ê, di pevçûnên bi qedexeyên derketina derve destpê kirine de hezar û 425 kesî jiyana xwe ji det daye û 2 hezar û 583 kes birîndar bûne, 2 mîlyon kes ji dorpêç û qedexeya derketina derve bi bandor bûye.

DMME bi daxwazkirina parastinê sînor mabû
Piştî vê hilweşînê Komeleya Hiqûqnasên Azadîxwaz (OHD) û Komeleya Hiqûqnasên Mezopotamyayê (MHD) li bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê xebat meşandin û bûyer di 28’ê Kanûna 2015’an de biribûn DMME’ê. Piştî serlêdanê DMME’ê di mijara ‘Aliyê vê yê hiqûqî, mafê jiyanê ketiye bin ewlehiyê an na, xwegîhandina hewcedariyên jiyanê tên astengkirin an na’ de ji Tirkiyeyê xwestibû parastinê bike.

Tirkiyeyê biryara 4 tedbîran jî piştguh kir!
Parêzerên OHD û MHD’ê piştî qedexeyên derketina drve, têkildarî bodruma hovîtiyê ya Cizîrê de dîsa serî li DMME’ê dabû. DMME’ê jî daxwaza tedbîrê, spartibû DDB’ê ku dikare biryara tedbîrê bigire de, red kiribû.Piştî Cizîrê, ji bo nûçegîhanê DÎHA’yê û bebeka 4 mehî Elîf Suyê ji bo girtina tedbîrê dîsa serî li DMME’ê hatibû. DMME’ê ev biryar jî red kiribû.
DMME’ê ligel van biryaran, ji bo Huseyîn Paksoy yê 16salî li Cizîrê hat qetilkirin, Orhan Tunç yê li Cizîrê birîndar bû, Servet Altun, Cîhan Karaman û Helîn Oncu biryarên tedbîrê dan. Lê Tirkiyeyê ev biryar piştguhkirin.
Piştî OHAL’ê binpêkirinên hatin
Piştî ku cigirê serokwezîr Numan Kurtulmuş got AÎHS hatiye rawestandin binpêkirinên hatin jiyîn wihane:
“*Li Dêrsîmê 13 ciwanên SGDF’î û nûçegîhana ETHA’yê bi îşkenceyê hatin binçavkirin.

*Li Rihayê 2 ciwan beyî hincet ji 23’ê Tîrmehê de di bin çavan de tên girtin û rastî îşkenceyê tên.

*Heta talîmateke duyemîn biryarên tahliyekirinê û tevî biryarê tahliyekirin hatin sekinandin. Li girtîgehan surgun û îşkenceyan berdewam kir.

* Ji aliyê Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî ve hat aşkera kirin ku li leşkerên ku ketine hewldana darbeyê îşkece hatiye kirin, di bin çavan de rastî êrîşa zayendî hatine.

*Di 16’ê Tîrmehê de liser Pira Bogazîçî serê leşkerekî hat jêkirin. Bi dehan leşker jî hatin lînçkirin.

(hu)