'Divê KHK ji meriyetê bê rakirin’
09:02
JINHA
ÎZMÎR- Piştî hewldana darbeyê OHAL hat îlan kirin û bertekên li dijî vê berdewam dikin. parêzera Endama Lijneya Rêveberiya Şaxa Îzmîrê ya ÇHD’ê Berrîn Esîn Kaya got: “Bi îlankirina OHAL’ê re azadî û mafên sereke hatine rawestandin, her wiha zemîna rakirina hemû maf û azadiyên sereke hatiye afirandin.”
Endama Lijneya Rêveberiya Şaxa Îzmîrê ya Komeleya Hiqûqnasên Hevdem (ÇHD) Berrîn Esîn Kaya têkildarî biryara OHAL’ê de nirxandin kir. Berrîn li ser di kîjan şertan de OHAL dikare bê îlan kirin de sekinî û got: “Di xalên 119, 120, 121’ê de ya Destura Bingehîn a 1980’ê de cih dane OHAL’ê. Di 1983’an de qanûna hejmar 2935 ya hat derxistin jî têkildarî OHAL’ê xal hatin bicih kirin. Li gorî qanûna OHAL’ê û Destura Bingehîn, divê tevgerên şîdetê ku pergala cemawerî xera dike û tehdîd hebe dikare derkeve holê.
'Dibêjin pergala cemawerî hatiye pêkanîn lê OHAL’ê tînin’
Berînê têkildarî geşedanên hewldana darbeyê ya 15’ê Tebaxê de wiha got: “Wek tê zanîn di 15’ê Tîrmehê de hewldana darbeyê hat jiyîn û di demek kurt de pêşî lê hat girtin û kesên berpirsyar demildest hatin girtin. Bi hezaran polîs, leşker û mensubên darazê hatin girtin, ji peywirê hatin durxitsin. Ji ber sedema tedbîrgirtina pergala cemawerî ji 15’ê Tîrmehê û heta niha bi banga merciyên fermî re li her derê welat di bin navê ‘nobeta demokrasiyê de’ gel mafê xwe yê çalakî û meşan pêk tîne şîdet û tehdîd ne mijara gotiye, ev jî tê dîtin ku pergala cemawerî pêk hatiye. Ev rewş ji aliyê merciyên fermî jî tê piştrastkirin. Dema rewş wisa be îlankirina OHAL ne di cih de ye.”
Berînê balkişand ser encamên OHAL’ê û got di bin navê sazkirina pergala cemawerî de ev pêkanîn wê li her aliyê civakê bandorê bike û maf û azadî wê bi tevahî ji holê rabin.
Bi OHAL’ê re mudaxaleyê her tiştî
Berrînê, KHK ya di rojnameya fermî de hatiye weşandin bibîr xist û got: “ Rayeyê berfireh dane hêzên ewlehiyê, bi sererastkirina têklidarî hevdîtina parêzeran de mafê parastinê yê kesan ji holê rabûye, dema binçavkirinê bûye 30 roj, têkildarî komele, weqf, dibistan, zanîngeh û sendîkayan de beyî biryara darazê dikare bê girtin. Hemû saziyên bên girtin malê wan dewrê xazîneyê tê kirin û
Berînê di dawiya axaftin xwe de wiha got: “Bi îlankirina OHAL’ê re azadî û mafên sereke hatine rawestandin, her wiha zemîna rakirina hemû maf û azadiyên sereke hatiye afirandin. Divê demildest dawî li pêkanîna OHAL’ê bînin û KHK ji meriyê rabikin.
(mb-oo/hu)