‘Pêkanînên li girtîgehan ji bo şikandina hêviya ne’
09:04
Rojda Oguz/JINHA
STEMBOL- Ji xizmê girtiyan Şukran Erol ku bertek nîşanê qedexeya hevdîtina girtiyên siyasî ya Wezareta Dadê daye, da û got: “Ev pêkanînên bi vê terzê ya li dijî girtiyên fikr û ramanê nêzîkatiya li dijî feraseta aştî û azadiyê ye. hevdîtina girtiyekê ya bi malbata wê re wê zafiyek ewlehiyê ya çawa ava bike?”
Piştî hewldana darbeyê şûnde hevdîtina bi girtiyên siyasî re heta emreke duyemîn bi parêzar û malbata re hat qedexekirin. Qedexeya ji aliyê wezaretê ve hatiye kirin, hatibû diyarkirin ku heta emrekî duyemîn wê qedexe be. Li dijî vê qedexeyê malbat û parêzeran bertek nîşan da. Ji malbatên girtiyan Şukran Erol diyar kir ku OHAL piştî hewldana darbeyê hatiye îlankirin wê dîsa gelê Kurd mexdur bike û wiha got: “Birayê min ji ber fikr û ramanên xwe girtiye. Li van zor û zehmetiyan zêdekirina zordariyê çi wateya wê heye? Li kesekî girtî tedbîra çi tê pêkanîn.Emê li dijî van polîtîkayên çewisandinê her tim berxwe bidin.”
'Ciwanên li dijî şer berxwe didin hene’
Şukranê got ev nêzî du salene birayê wê girtiye û balkişand ser pêkanînên mafê mirovan û got: “Di demên dawî de em pêkanînên wek salên 90’î dijîn. Em hikûmeteke ku mirovan li dijî hev global dikin re rû bi rû ne. Li vir ciwanên ku berxwe didin hene. Birayê min jî di nav van ciwanan de ne. Welatekî din yên ku mirovên hezkiriyên aştî û jiyanê ne digire tine bawerim.”
'Dîtina me zirarê dide kê?’
Şukranê hestên xwe yên li dijî qedexeyê vegot û ev tişt anîn ziman: “Ez li Enqereyê dijîm. Ez ji bo hevdîtina birayê xwe têm Stenbolê. Dema min agahî ji televîzyonê girt, min bawer nekir. Gelo dîtina me wê zirarê bide kê. Tê gotin ku bi hineta ewlehiyê ev biryar girtine. “
'Ev pêkanîn ji şikandina hêviyê ne’
Şukranê bi lêv kir ku biryara OHAL’ê herî zêde ji bo Kurdistan û gelê Kurd xistine jiyanê û got: “Bi salane ev şer didome. Em malbateke ji ser xaka xwe hatine surgunkirinê ne. Birayê min li Stenbolê hatiye dinê. Lê sadiqê gelê xwe bû. Îro jî ew xistina nav çar dîwaran. Ev pêkanîn ji bo şikestina hêviyane.”
Her wiha Şukranê anî ziman ku ji ber derbkirina girtiyên DHKP-C yên girtîgeha Bakirkoyê jî bi fikarin.
(ro/hu)