‘Biryarên darazê, rewşa ser kaxizê ya zîhniyeta serdest a mêre’
09:10
JINHA
ENQERE- Parêzera OHD’ê Ceren Şîmşekê diyar kir ku dadgeh bi gubanbar û îfadeyên xapînok, têkildarî jinan de biryarên nebaş didin û ji ber cezayên tên dayîn jî şîdet û serdestiya li ser jinê bi awayekî sîstematîk zêde dibe. Cerenê diyar kir ku biryarên ku dadgeh dikin rewşa zîhniyeta serdest ya mêr ya derbasî kaxizan bûye ye.
Di encama polîtîkayên ku hikûmeta AKP’ê dimeşîne de muhafazkarî û dijminahiya jinê zêde dibe û xwe di daraza serdest ya mêr de jî nîşan dide. Dewleta mêr, kujer, êrîşkar û tecawizkarên jinan diparê ze û ji ber vê jî şîdet bi her awayî berdewam dike.
Ji Komeleya Hiqûqnasên Azadîxwaz (OHD) Sekretera Şaxa Enqereyê parêzer Ceren Şîmşek têkildarî mijarê de ji JINHA’yê re axivî û diyar kir ku biryarên dadgehên li dozên hiqûqa malbatê eleqeder dike û dozên şîdeta li ser jinê, rewşa zîhniyeta serdest ya mêr a li ser kaxizê hatiye nivîsin nîşan dide.
'Jin nekarin derbarê jiyana xwer de biryarê bidin’
Cerenê diyar kir ku dadgeh ji bo mêrên kujerên jinan ‘tehrîka bêmaf’ û ‘rewşa baş’ ceza dadixîne û got: “Ji ber ku jinê beyî destura hevjînê xwe telefon bikaraniye sedeqeta xwe neaniye cih. Ji ber ku jin nekarin der barê jiyana xwe de biryarê bidin.”
'Cezayên tên dayîn jî şîdetê zêde dike’
Cerenê bi lêv kir ku di dozên destberdanê de ji bo jinan di çarçoveya qanûna hejmar 6284’an de daxwaza parastinê tê kirin û got: “Jin li qerekolan mexduriyeta xwe tînin ziman lê tevî vê biryara parastinê nayê dayîn.
Cerenê da zanÎn ku pergala hiqûqê ya heyî jinan naparêze û cezayên tên dayî jî şîdeta li ser jinê zêde dike.
‘Dispêrin îfadeyên xapînok’
Cerenê got di dostyayên şîdet û kuştinên jinan de , bi îfadeyên gumanbaran û îfadeyên xapînok, biryarên nebaş ji bo jinan tê dayîn. Cerenê got: “Hiqûq divê ji bo jiyanek baş, civakek bi edelet û wekhev hebe. Dema mirov li dîrokê dinêrin rêbazê hiqûqê ji aliyê mêran ve tê dayîn. Di rewşên ku jin kirdebin jî bi nêrîna mêran rêbaz tên danîn û pêkanîn.
Dozger, dadger û parêzer ne mirovên ku ji civakê cudane. Kesên bi perwerde ji serdestiya mêr xwe rizgar xilas nakin. Ji bo xwe ji vê xilas bikin divê pergala perwerdehiyê bê guherîn.”
Cerenê di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku çareseriya herî mayîn de ya li dijî van pêkanînan berxwedana li dijî vê ahlaqê giştiye.
(mc/hu)