Di derbarê rojnameger Şermin Soydan de daxwaza ‘muebet’ ê

10:08

JINHA

WAN - Dozger îdîanameya der barê Nûçegîhana DÎHA'yê Şermîn Soydan de amade kir û ji bo wê cezayê muebetê dixwaze. Yekemîn Rûniştina doza Şermîn dê di 10'ê Tebaxê de li 2'yemin Dadgeha Cezayê Giran a Colemêrgê bê dîtin.

Dozgerê Komarê yê Colemêrgê îdîanameya Nûçegîhana ajansa DÎHA'yê Şermîn Soydan ku di 14'ê Gulanê de hatibû girtin amade kir. Nûçegihan Şermîn dema diçû nûçeyê li Colemêrgê hat binçavkirin û piştra hat girtin. Hincetên girtina wê jî wekî hincetên girtina rojnamegerên wekî Can Dundar û Erdem Gul ên ji ber têkiliya TIR'ên MÎT'ê yên di navbera Tirkiye û DAIŞ'ê de bi hincetên wekî "Belgeyên ewlehiya dewletê ji raya giştî ra parve kiriye" û bi sûcê sîxûrtiyê tê darizandin. Şermin a bi nûçeya xwe ya sernavê "Aha belgeya operasyona 'veşartî' ya Geverê" hat girtin, bi sûcê wekî "Derfetên şer ên dewletê dixe xetereyê" jî hat darizandin. Piştî dozger îdîaname amade kir û pêşkêşî dadgehê kir, dadgehê îdianame qebûl kir û dê yekemîn rûniştina doza Şermîn di 10'ê Tebaxê de li 2'emîn Dadgeha Cezayên Giran Colemêrgê bê dîtin. Dozger, bi îdîaya li gorî xala Zagona Ceza ya Tirk (TCK) a 327/1'an, (Belgeyên veşarî yên ewlehiya dewletê dixe talûkeyê temîn kiriye) û "Derfetên dewletê yên şer xistine talûkeyê" cezayê muebetê xwest. Dozger dîsa bi îdîaya "Endamtiya rêxistinê" jî di navbera 3 û 8 salan de ceza xwest û bi îdîaya "alîkarî daye rêxistinê jî di navbera 5 û 10 salan de ceza xwest.

Dozgerê Komarê Murat Şahin hemû amûrên destê Şermîn ên rojnamegeriyê wekî delîl nîşan dide. Dîsa axaftinên wê yên telefonê ku dema nûçe ji buroya xwe re ragihandiye wekî delîl nîşan dide. Îdîanameya ku ji 21 rûpelan pêk tê cih dide axaftinên Şermîn û nûçegîhanê DÎHA Nedim Turfent ku li Geverê rojnamegeriyê dike. Dozger hemû axaftin, têminî û nûçeyên wê yên der barê rojnamegeriyê de wekî delîl nîşan daye û anîye peş wê.

(zt)